Li Şamê bi beşdariya Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û gelek berpirsên hikûmeta demkî agirê Newrozê hate pêxistin. Kurdin li li Qada Şehîdan a taxa Zorava dijîn û gelê Siwêdayê Newroz pîroz kirin.
Pîrozbahiyên Newrozê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bênavber didomin. Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl li kêlek serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şara û hejmarek berpirsên hikûmetê di merasîma vêxistina agirê Newrozê li Şamê de amade bûn.
Ev beşdarbûn wekî beşek ji çalakiyên ku li bajarên cuda yên Sûriyeyê ji bo pîrozkirina Newrozê têne lidarxistin pêk tê. Wê di merasîmê de kesayetên siyasî û îdarî ji saziyên cuda beşdar bibin.
Li Şamê agirê Newrozê hate pêxistin
Kurdên li Şamê li Qada Şehîdan a taxa Zorava agirê Newrozê pêxistin, hemwextî wê li dika Dar Opera çalakiyek hat lidarxistin. Li qadê şênî û ciwanan meşala hildan agirê Newrozê vêxistin, stran û govend gerandin.
Hemwextî wê li dika Dar Opera ya Şamê Koma Aştî ya Folklorê bi ser navê “Newroz…reseniya çîrokê” hunerek pêşkêş kir.
Agirê Newrozê li Siwêdayê geş bû
Xelkê Siwêdayê û malbatên Kurd li Qada Keramê ya bajêr agirê Newrozê ku sembola berxwedanê ye pêxist. Ev çalakî bi hevkariya Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê di nava atmosfêra şahiyê de ku wateyên hevgirtinê xurt kir pêk hat û hat diyarkirin ku Newroz cejna azadî, vejîn û nûkirina hêviyê ye. Beşdaran da zanîn ku vêxistina agirê Newrozê li nava Siwêdayê yekitiya vîna gel li hember astengiyan û girêdana pêkhateyên Sûriyeyê bi nirxên mirovî û neteweyî ku Newrozê temsîl dike nîşan dide.













