Li Bedlîs û navçeyên wê Tetwan û Xelatê polîsan vê şeveqê bi ser gelek malan de girt û tevî Dayika Aştiyê Bedriye Talaş ve 17 welatî hatin binçavkirin.
Li Bedlîs û navçeyên wê Tetwan û Xelatê vê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinên malan de tevî Dayika Aştiyê Bedriye Talaş ve 17 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Serdozgeriya Bedlîsê bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” biryara binçavkirinê daye û kesên binçavkirinê birine Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê.
Hat zanîn ku di dema serdegirtina malan de îşkence li kesên hatine binçavkirin û malbatên wan hatiye kirin. Di serdegirtina malan de polîsan hem îşkence li welatî Yekta Akgun û hem jî li bavê wî kirine. Hat zanîn ku dê malbata Akgun giliyê îşkenceya polîsan bike.
Navên kesên hatine binçavkirin ev in: Dayika Aştiyê Bedriye Talaş, Mustafa Yalçinkaya, Ebûbekîr Koç, Azîz Sencer, Yûsûf Sevîk, Ûmût Taş, Savci Yoldaş, Onder Olan, Omer Keser, Mustafa Kirtay, Îbrahîm Manay, Bêrîvan Bagatur, Yekta Akgun, Nazli Tabak, Hêvî Taş, Jiyan Toro û Serkan Manay.
Hat ragihandin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.














