Hasîp Avşar ê ku 32 salan di zindanê de ma tahliye bû. Avşar li ber girtîgehê bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate pêşwazîkirin.
Girtiyê siyasî Hasîp Avşar piştî 32 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a 2yemîn a Amedê tahliye bû. Endamê rêxistina DEM Partiyê ya Amedê, endamê saziya TUAY-DER, malbata Hasîp Avşar û gelek kes li ber deriyê girtîgehê bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ pêşwazî kirin. Hasîp Avşar di pêşwaziyê de sembola azadiyê kevok firand. Piştî pêşwazîkirinê Hasîp Avşar û malbata wî ber bî navçeya Bismîlê ve rê ketin.
Hasîp Avşar di sala 1994an de hat girtin û li Dadgeha Ewlekariya Neteweyî (DGM) ya Amedê hate darizandin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Hasîp Avşar di nav 32 salan de li gelek girtîgehan de ma.














