IRNAyê daxuyand ku rêveberiya Tehranê pêşniyara agirbesta du qonaxî ya DYAyê red kir.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA ragihand ku rêveberiya Tehranê bersiva pêşniyara DYAyê bi rêya Pakistanê şandiye da. Li gorî IRNAyê, Îran diyar kir ku di şert û mercên heyî de agirbestê qebûl nake. Rêveberiya Tehranê destnîşan kir ku li şûna çareseriyên demkî, divê şer bi qebûlkirina daxwazan bi awayekî mayînde bi dawî bibe.
Yek ji bersiva Îranê Tengava Hurmizê bû. Tehranê protokolek xwest ku bi bidawîbûna pevçûnên li herêmê re divê derbasbûna ewle ya tengavê were mîsogerkririn. Li gorî nûçeya IRNAyê di nava daxwazên Îranê de “rakirina danekirinên aborî” û “piştî şer piştgiriya pêvajoya jinûve avakirinê were kirin” cih digirin.













