Malbatên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê aqûbeta Fettah Erden, Kadîr Keremoglû û Kazim Ekîncî pirsîn û xwestin faîlên wan bên darizandin.
Malbatên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin û vê hefteyê aqûbeta Fettah Erden, Kadîr Keremoglû û Kazim Ekîncî pirsîn.
Amed

Malbatên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê di hefteya 897emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Fettah Erdenê ku di Nîsana 1994an de li navçeya Basayê ya Şirnaxê hate binçavkirin û di binçavan de hate windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHDê yê Amedê Ercan Yilmaz axivî.
Têkiliya Gulistan Dokû û salên 90î
Ercan Yilmaz bal kişand ser windakirina Gulistan Dokû ya di sala 2020an de û mîlîtarîzma li Kurdistanê ya ku faîlan diparêze û wiha berdewam kir: “Şêwazên windakirina bi darê zorê ya di bûyera Gulistan Dokûyê de, şêwazên windakirina bi darê zorê ya salên 90î bûn. Burokratekî ku hêza dewletê di destê xwe de digire, ji bo veşartina vî sûcê giran di nav hewildaneke pir mezin de bûye.”
Polîtîkaya bêcezahiştinê û dosyayên sersarî
Ercan Yilmaz anî ziman ku mantiqa dewletê ya li hemberî windakirinên li Kurdistanê nehatiye guhertin. Ercan Yilmaz bi lêv kir ku daxuyaniyên Wezîrê Dadê yên derbarê dosyayên Gulistan Dokû, Rojîn Kabaîş û Rabîa Nazê de her çend erênî bin jî têrê nakin û destnîşan kir ku necezakirina faîlan, rê li ber sûcên nû yên giran vedike.
Banga ji bo edaletê
Ercan Yilmaz axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Malbata Tosûn, malbata Gundeş û malbata Ayşîn jî bi heman awayî daxwaza edaletê dikin. Tenê bi vî awayî em dikarin rûbirûbûna bi raboriyê re pêk bînin û rê li ber bigirin ku binpêkirinên bi vî rengî yên giran ên mafên mirovan careke din li vê erdnîgariyê pêk neyên”
Piştî axaftina Ercan Yilmaz, endama Şaxa ÎHDa Amedê Berfîn Elçî çîroka Fettah Erden xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih

Şaxa ÎHDa Êlihê û Malbatên Windayan di hefteya 733yemîn de çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan amade bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û kuştin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kadîr Keremoglû yê di 14ê Nîsana 1995an de li Wanê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate girtin hate pirsîn. Rêveberê ÎHDa Êlihê Sedat Yildirim çîroka Kadîr Keremoglû xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêg

Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û Malbatên Windayan li navçeya Gever a Colemêrgê bi daxwaza “Winda werin dîtin, faîl bên darizandin” li Kolana Hunerê 223emîn çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de malbatên windayan û parastvanên mafên mirovan amade bûn û wêneyên kesên hatine windakirin û kuştin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kadîr Keremoglû ku li Wanê di 14ê Nîsana 1995an de hatiye windakirin, hat pirsîn. Endama Şaxa ÎHDa Colemêrgê Eren Baskin ku çîroka Kadîr Keremoglû xwend, diyar kir ku heta ku faîl bên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin. Neviyê Kadîr Keremoglû Karatajdîn Keremoglû jî xwest ku goreke bapîrê wî hebe û got: “Nav û cihê berpirsyaran diyar e. Şûna ku hûn dosyayan vedişêrin faîlan darizînin. Em jî daxwaza cihê gorekê dikin ku derdora wê bi kulîlkan bixemîlînin.”
Riha

Şaxa ÎHDa Rihayê û Malbatên Windayan li ber AVM ya Novada Parkê hatin bahev û di hefteya 72yan a çalakiya xwe de ji bo Kazim Ekîncî yê beriya 32 alan hatiye kuştin û faîlên wî hêj jî nehatine darizandin daxwaza edaletê kirin. Rêveberê ÎHDa Rihayê Serdil Îzol ku çîroka Kazim Ekîncî xwend, xwest aqubeta windayan bê aşkerekirin û faîl bên darizandin. Çalakiyî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.





















