* Arşîva etnografê Awistiryayî Werner Finke yê ku sî salên Kurdistanê belge dike, li Viyanayê tê dîjîtalîzekirin. Finke 30 hezar wêneyên rengîn ên giştî girtiye. Di wêneyên Finke de guherîna civakî û jiyana wan xwe radixe ber çavan.
* Zimanzan û lêkolîner Zana Farqînî bal kişand xetereyên li ser zimanê Kurdî û erkên stratejîk ên li pêşiya gelê Kurd û destnîşan kir ku ziman ne tenê amûrekî ragihandinê ye û got: “Ziman hêmaneke netewesaz û neynika keda hezar salan e. Eger zimanê Kurdî nebe zimanê hilberîna zihnî, felsefî û zanistî, dê milet ji raboriya xwe qut bibe.”
* 2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê di roja sêyemîn de berdewam dike. Nivîskar Mem Bawer û akademîsyen Cemîl Guneş ên tev li rojên pirtûkan bûn destnîşan kirin ku di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de barê herî giran li ser milê dê û bavan e û anîn ziman ku xwedîderketina li ziman, mîrateya herî mezin a ji bo nifşên nû ye.
* Mamosteyê Şaxa Komeleya Nûbiharê ya Êlihê Abdûrrahman Aslan diyar kir ku axaftina Kurdî ya di malan de her ku diçe kêm dibe û got: “Gelek sedemên helandina ziman hene, berê miletê me li gunda bûn û civat hemû bi Kurdî bûn. Ji ber ku bajarvanî zede bû, axaftina Kurdî ya bi zarokan re jî qels bû.”
* Gundê Êlê yê Colemêrgê ku beriya 30 salan hatibû şewitandin , îro careke din bi polîtîkayên qedexeyê re rû bi rû ye. Gundî dixwazin biçin ser av û axa xwe bijîn.
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Qersê li otelekê bi gel û baweriyên cuda re bicive. (11:00)
* Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1102yemîn de li Qada Galatasarayê berdewam bike. (12:00)
* Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê û Xizmên Windayan dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” bidomînin. (12:00)
* 2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê ku bi hevkariya Şaredariya Erxeniyê, Egîtîm Sen, YEWKURD (Yekitiya Weşangerên Kurd), DTSO, GABB, Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê û şaredariyên navçeyan tê lidarxistin dê di roja sêyemîn de bidome. (12:00)
* Şaxa ÎHDa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 736emîn de çalakiya Rûniştina Fyê bidomîne. (13:30)
* Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) dê derbarê 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Kolana Hunerê ya Wanê standê veke. (12:00)
* Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 609an de li Cadeya Sakaryayê çalakiya xwe bidomîne. (13:30)
* Şaxa DADê ya Enqereyê dê li dijî plana çêkirina jeotermala a li navçeya Gimgimê ya Mûşê li Cadeya Sakaryayê daxuyaniyê bide. (14:00)
* Mêrdîn 1969 Spor û Mûşsporê dê ji bo derketina Lîga 1emîn li sehaya Tahîr Elçî ya Amedê bên hemberî hev. Rêveberiyên Mêrdîn 1969 Spor, Mûşspor, Amedspor û Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê beriya maçê li Çand Amedê bicivin. (14:00)
* Mêrdîn 1969 Spor û Mûşsporê dê ji bo derketina Lîga 1emîn li sehaya Tahîr Elçî ya Amedê di lîstika fînalê de bên hemberî hev. (17:00)








