• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Rojava dibistana şanoyê ya zarokan tê vekirin

    Li Rojava dibistana şanoyê ya zarokan tê vekirin

    Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

    Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

    Li Enqereyê sîwaneke çand û hunera Kurdî: Navenda Çanda Anatolyayê

    Li Enqereyê sîwaneke çand û hunera Kurdî: Navenda Çanda Anatolyayê

    Hunermenda ku êş û kedera gelê Kurd dianî ziman: Hozan Mizgîn

    Hunermenda ku êş û kedera gelê Kurd dianî ziman: Hozan Mizgîn

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 10ê GULANA 2026an

    Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

    Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Rojava dibistana şanoyê ya zarokan tê vekirin

    Li Rojava dibistana şanoyê ya zarokan tê vekirin

    Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

    Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

    Li Enqereyê sîwaneke çand û hunera Kurdî: Navenda Çanda Anatolyayê

    Li Enqereyê sîwaneke çand û hunera Kurdî: Navenda Çanda Anatolyayê

    Hunermenda ku êş û kedera gelê Kurd dianî ziman: Hozan Mizgîn

    Hunermenda ku êş û kedera gelê Kurd dianî ziman: Hozan Mizgîn

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 10ê GULANA 2026an

    Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

    Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Bêrîvan Înatçi - Mahsum Saglam / AW

10 GULAN 2026 - 08:44
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Qamişlo – Sînemager û yek ji avakara Sînejînê Dîrok Artos li ser girîngiya xebatên Sînejînê û sînemaya Kurdî bi taybetî li Rojava diyar kir ku wan hewl daye bi Sînejinê re bikaribin pirsgirêkên heyî, dîroka heyî û xeyalên siberojê bi rêya sînemayê derxin holê û bi taybetî xeyalên jinan derxin holê û got: “Me got sînemaya Kurd hê zarok e. Em bikin ku vê zarokê mezin bikin weke sînemaya jin jî, pêş bixin û weke huner bikin pêşenga şoreşê.”

Li Rojavayê Kurdistanê yek ji xebatên girîng jî sînemaya Kurdî ye. Di salên dawî de gelek fîlmên şoreşê û bi taybetî fîlmên li ser hêz û hilberîna jinan hatin çêkirin. Li Rojava sînemagerên jin gelek fîlman bi awayê komunê çêdikin. Jinên sînemager di meha çileya 2023yan de “Sînejin Rojava” ava kir û jinên sînemager ên Rojava li hev civand. Jinên di bin banê Sînejînê de dixebitin, li ser şoreşa jinan fîlman amade dikin. Jinên sînemager; berxwedan, huner, afirinerî, şoreşa jinan bê ka çawa li Rojava hûnandine raberî dinyayê dikin. Ji sengerên berxwedan-parastinê bigire heta jiyana demokratîk a komunal hêza jinan dibe fîlm û belgefîlm. Sînejîn tenê ne bi ferasetek bila fîlmek bê çêkirin, fîlman, belgefîlman çêdike, di heman demê de bi xweşikî û estetîka berxwedan, huner û şoreşê dihûnîne û hebûn û nasnameya jinan diparêze. Sînejîn dem bi deman êş û azarên jinan dem bi dem jî kêfxweşî û şanaziya jinan dike belge û tomar dike.

Sînemager û yek ji avakara Sînejînê Dîrok Artos derbarê têkiliya huner û sînemayê bi şoreşê re li Rojava çi ye, pêşketina sînemaya Kurdî û nêrîna jinan a li ser sînemayê pirsên me bersivand.

* Sînemaya Kurdî di nav sînemaya cîhanê de cihekî çawa digire? Pêşketina sînemaya Kurdî ya ku hê ciwan e di çi rewşê de ye?

Di nav 7 beşên hunerê ku tên qebûlkirin de sînema ya herî ciwan e. Lê ya ku herî zêde pêş ketiye ye. Erê dîrokek wê yê kevnar heye, bi çav, bi dîtin, bi hestên xwe bilêvkirin û risimkirinê re belkî mirov dikare biçe heyanî resmên ser şikeftan û ji wir heya roja me ya îro bîne. Lê belê di nav du makîneyan de ye. Makîneyek qeyd dike û ya din jî vê tiştê nîşan dide. Ji ber vê jî hunerek wiha ye ku piştî şoreşa sinayî bipêş ketiye. Weke huner derketin, nav lê kirin û sazkirina sînemayê di 130 salên dawiyê de pêk hatiye. Lê belê nîqaşên li ser sînemayê, çi ye, çawa ye ev nîqaşek cûda ye. Li gel vê yekê sînemaya Kurd hê ne ciwan e jî. Mirov dikare bêje hê weke zarokek e, nû radibe ser lingan ji bo bikaribe bimeşe, gav bavêje. Bê guman sînemagerên bi nirx hene ku xwestine sînemaya Kurd pêş bixin, derdê heyî, pirsgirêka heyî bînin ziman bi riya hunera heftemîn ango sînemayê. Lê belê pir caran bi zimanê dagirkeran ev hatiye kirin. Mînakên vê jî li çar parçeyên Kurdistanê hene. Mixabin dema ku welatê te di bin dagirkerî û metîngeriyê de be hunera te jî li gor wê şêwe digire. Sînemaya Kurdan jî ji vê yekê bandor dibe. Hê nû xwe radike ser lingan û dimeşe. Tabî li pêşiya wê astengiyên siyasî jî pir zêde hene. Lê ruxmê zor û zehmetî ku ev madî dibe siyasî dibe, şert û mercên fîzîkî dibe, dixwaze xwe bimeşîne. Herî kêm em dikarin bêjin ku sînemaya Kurdan heye û fîlmên Kurdî xwe saz dikin, tên çêkirin û xwe pêş dixin. Lê belê ji bo ev fîlmên Kurdî behsa Kurdîtiyê bike ne di asta tê xwestin de ye.

Em dikarin bêjin ev zarok hatiye dinê, rabûye ser lingan, gavên xwe yê destpêkê jî bilez davêje. Ez bawer im demek kurt de wê pêşketinên mezin jî çêbibe. Bê guman sînemaya Kurdan jî qedera wê girêdayî pêşketinên siyasî ne. Çiqas di aliyê siyasî de Kurd hebûna xwe saz bikin, sînemaya Kurd jî di wê astê de dikare xwe saz bike.

* Gelo bûyera şewata li Sînema Amûdê ya di sala 1960an de bandorê li meyzekirina sînemayê ya gelê Rojava kir?

Zarokên Kurdan di salona sînemaya Amûdê de dema dişewitin bê guman ev trajediyek e. Di heman demê de hişmendiyek jî ava dike. Weke psîkolojîk çiqas neyê qalkirin û li ser neyê axaftin jî bandorekî wisa çêdike ku ‘sînema tiştek neyînî ye, li wir zarok dimirin’. Fikrek wisa bê guman ava bûye. Lê belê ez bawer im şoreşa li Rojavayê Kurdistanê pêş ketiye, bi karkirina vê şoreşê re, bi nîşandana fîlmên cûr be cûr re ev psîkolojî hatiye şikandin. Niha zarok him xwe perwerde dikin, him dixwazin fîlman temaşe bikin, him dixwazin xeyalên xwe yê sînemagertiyê bijîn. Ji ber ku Rojavayê Kurdistanê li gor parçeyên din ên Kurdistanê di vê mijarê de pir mehrûm maye. Polîtîkayên ku dewleta Sûriyeyê, rejîma têkçûyî li ser van axan meşandiye hiştiye ku gel tenê bi hin karan re mijûl bibe û ji gelek tiştên din gel mehrûm hiştiye û qedexe kiriye. Desthilatdariyekî ecêb hatiye meşandin. Bandora vê mirov di sînemayê de jî dibîne. Niha li Rojavayê Kurdistanê belkî çend salonên sînemayê yên biçûk hene li çend bajaran. Wan jî kirine cihê dawetan. Bi salan e li van deveran nîşandana fîlman çênebûne. Bê guman di vê de bandora sînema Amûdê jî heye. Lê bi nêrîna min ev tişt ahtiye şikandin. Ev mêyzandina trajîk hatiye şikandin ku bi salan e bi şoreşê re jî kar û xebatên di sînemayê de çêbûn ev mêyzekirinê şikand.

* Li Rojava şoreş û huner bi hev re di nav têkiliyekî xurt de xwe dihûnîne. Dema şoreş bi pêş ket huner jî pê re di nav pêşketinê de bû û ev hê didome. Tu vê têkiliyê çawa dinirxînî ango li Rojava ev têkilî çawa bipêş dikeve?

Em çi nîqaş bikin, em li ser hunerê jî nîqaş bikin, em nikarin weke ilmên heyî, rêbazên lêkolînê yên heyî em nêzî Kurdan bibin. Pir rewşekî cûdatir heye. Gelekî hatiye çar parçekirin, li her parçeyê dewletekî ku xwe saz kiriye, her dewlet li ser netewî din xwe sazkiriye û xwe li ser gel xwe ferz kiriye. Di Kurdan de rastiyekî wisa heye. Ji ber wê sînemayê Kurdan jî hunera ku Kurd bikin jî pir cûda ye. Mirov tenê behsa huner dike, yan jî ger di şoreşê de behsa hunerê bike em nikarin weke cîhanê behsa wê bikin. Cîhan giştî di rewşekî cûda de ye. Dibe ku gelên din behsa mafên xwe yê demokrasî, sosyalîzm û komunîzmê dike. Lê belê weke Kurd pirsgirêka me ya hebûnê heye. Di hunerê de jî pirsgirêka me ya hebûnê heye. Di cîhanê de mînakên wiha pir in, hunermend pêşengiya şoreşê dikin. Bi nivîsê, bi wêjeyê, bi stranê vê dikin. Lê belê li gel me di şert û mercên metîngeriyê de rewşekî wiha heye ku pêwist e şoreş pêşengiya hunermediyê bike. Kurd bi rastiya metîngeriyê re rû bi rû hatine û ji gelek tiştan ahtine mehrûmkirin. Bi zimanê xwe tu nikarî hunerê ava bikî. Ev di hemû beşên hunerê de derbasdar e û ji bo sînemayê jî derbasdar e. Ji ber ku zarokên Kurd bi Kurdî naxwînin. Weke akademîk, profesyonel nikarin zimanê xwe biaxivin û saz bikin. Zimanekî jiyanî diaivin û bi hezaran salan e ev ziman wiha xwe gihandiye roja îro. Zimanekî hevpar a ku hemu Kurd hevdû fêm bikin, nehatiye sazkirin. Ger ev nebe tu nikarî hunera wê jî bikî.

Mînakên wê jî hene, li Tirkiyeyê derhênerên Kurd an jî sînemagerên Kurd fîlmên xwe bi -Tirkî çêdikin. Vêca mirov dikare ji vir nîqaş bike ev çiqas sînemaya Kurdî ne ango ne Kurdî ne. Hakeza di parçeyên din de jî rewş heman e. Sînemagerên pir bi nirx ên Kurd bi Erebî fîlam çêdikin, Farsî çêdikin. Bê guman di salên dawî de ev hatiye şikandin. Lê belê bi giştî pirsgirêkek wiha heye.

Li Rojavayê Kurdistanê jî bi pêşketina şoreşê re, şoreşgerên ku pêşengiya şoreşê kirin pêwistiyên civakî jî dîtin. Pêwistiyên di huner, wêje, perwerde, tendirustî de jî dîtin. Organîzekirina hunerê jî wiha çêbû. Sazkirina sînemayê jî tê de çêbû. 11 sal in Komîna Fîlm a Rojava heye ku xebatên xwe didomîne. Her wiha di peymangehan de jî perwerdeyên sînemayê tê dayîn. 4 salên dawiyê jî Sînejin Rojava xwe saz kiriye ku tenê bi sînemagerên jin ên Rovajayê Kurdistanê xwe birêxistin dike. Li gor pêwistiyan hinek sazkirin û komkirina van xebatan çêbû. Ew jî hişt ku hinek tevgerên ku di vê mijarê de çêbibin, ji bo hinek kesên ku bikaribin vê xebatê bimeşînin re pêşketin çêbibe. Di vê alî de bandorekî pozîtîf ava kir bi xwe re. Bi vê rengê jî niha kar û xebat jî dimeşin.

Yanî şoreş hunera xwe jî bi xwe re diafirîne, tîne roja me ya îro. Ez bawer im ji vir û şûnde jî çawa ku heya roja îro anî wê pêşerojê jî ronî bike. Êdî ne ku şoreş bi xwe re hunermend ava bike. Dê hunermend bi xwe re şoreşê ava bike. Feydeyên şoreşa Rojava jî di vê alî de him di warê ziman him weke Kurd di warê xwe nasînê de bandorekî pozîtîf ava kir.

* Te di avakirina xebatên Sînejinê de cih girt. Sînejin weke çavê jinan a Rojavayê Kurdistanê jî tê dîtin. Di vê warê de Sînejin li gorî çi pêwistiyan xwe saz kir? Xebatên we niha çawa di çi astê de ne?

Me niha behsa pêwistiyên şoreşê kir. Pêwistiya şoreşê bi vê yekê hebû ku bi hemu beşên hunerê xwe bîne ziman. Yek ji wan pêwistiyan jî sînema bû. Çawa ku weke Kurd pirsgirêka nasnameyê tê jiyankirin, lê weke jin jî du caran pirsgirêka nasnameyê tê jiyankirin. Ji ber ku zayend (cinsiyet) tê înkarkirin. Ez pir zêde nakevim nav de lê belê tê zanîn, ilmên heyî, hunerên heyî, jiyana heyî bi aqilê desthilatdariyê û mêrsalariyê re hatiye rêxistinkirin. Lê belê bi aqilê jin, bi nêrînê jin huner afirandin tiştekî pir cûda ye. Di şoreşê de pêwistî hebû ku jin bi xwe, xwe bîne ziman, bilêv bike. Di hemû qadên şoreşê de weke pêşeng jin cihê xwe girtin. Bi taybetî di şer de, di eniyên pêş de weke YPJ’ê pêşengiyê kirin. Jin cihê xwe di refên şer de girtin û demxa xwe li dîrokê dan, destanên xwe nivîsandin. Ev destanên ku hatin jiyankirin, hatin nivîsandin pêwist bû ku êdî bibe senaryo, bibe fîlm û bibe malê hunerê jî. Ji bo mirov bikaribe weke jin bi xwe behsa xwe bike, ne ku yekî din were behsa te, jiyana te bike. Him weke nasnameya netewî û him jî weke nasnameya zayendî ev ji bo jinê du car pêwist e. Ev yek jî li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşê re weke pêwistiyek hat dîtin û pêşengên jin bi biryarekî çûn rêxistinbûnekî wiha. Sînejin Rojava wiha sazkirin.

Me bi xwe di avabûna Sînejin de cihê xwe girt. Him di avakirina mekanê fîzîkî de, him jî di sazkirina xebatê de. Ji ber ku li Rojava û Sûriye giştî de dibe ku çar pênç salên dawiyê ye beşê sînamyê vebûye. Hê şagirtên destpêkê der neçûne û xilas nekirine vê beşê. Kesên ji Sûriyeyê ji bo bikaribin sînemayê bixwînin diçûn derve. Li Rojava bi şoreşê re bi akademiyên hunerê re ku hat vekirin du sal in perwerdeyên sînemayê tê dayîn. Beriya wê di salên 2015-2016an de jî perwerdeyên sînemayê hatibûn dayîn. Lê belê ev akademî xwe berdewam nekiribûn. Lê belê pêwistiya fêrbûna sînemagretiyê hebû. Kesên di van mijaran de tecrubeyên wan ên pratîk heye yan jî agahdar in ango eleqedar in bi perwerdekirina wan, e xwest em sînemagerên jin pêş bixin.

Di salên me yê destpêkê de jî esasê me avakirina sînemagerên jin bû. Ne ku wisa saziyek hat avakirin û tê de kesên pispor, yên vê beşê xwendine hatin cem hev û sazîbûnek ava bû û berhem derket. Ne tiştek wisa ye. Ev sazî li gor pêwistiyên sînemagerên jin, ji bo wan ji pêşerojê re amade bike xwe birêxistin kir. Heya niha jî sê kargehên berfireh hatine vekirin û di nav de girêdayî hemu beşan kargehên cûr be cûr hatin sazkirin. Ji avabûnê heya niha di nav sê salan de nêzî 70 jin li vir perwerde dîtin. Gelek ji wan di nav xebatên ku li Rojava hatin meşandin de weke staj cihê xwe jî girtin. Her şagirtek filmê xwe çêkir di dawiya kargehê de. Di astekî de tecrube hatiye girtin.
Ev sazî bala jinan kişand. Jin berê xwe dan sînemayê û nas kirin. Niha jî pir bi xwestek bi kelecan kar dikin. Lê belê di aliyê pisporbûnê de hê riyekî ku mirov bimeşe heye. Li Rojavayê Kurdistanê him xweser him jî giştî peymangehên hunerê hatine vekirin. Li van deran ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê niha dixwînin û ji pêşerojê re amade dibin ji bo bikaribin tecrubeyên akademîk jî veguhezînin hevalên din û em bikaribin pirsgirêkên heyî, dîroka heyî û xeyalên pêşerojê bi riya sinemayê em derxin holê. Bi taybetî jin çi xeyal dikin em wê derxin holê.

* Li Rojava gelek festîvalên fîlman hatin lidarxistin. Par yekem Festîvala Fîlman a Nûjiyan hat lidarxistin û car din Festîvala Fîlman a Rojava hat lidarxistin. Fîlmên navneteweyî bi jinan û gelên li Rojava re hatin ba hev. Ev bandorek çawa dike?

Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê wekî ku Kurd tenê bi şer tên nasîn. Bi giştî ji bo Kurdan rewş wisa ye û ji bo jinan jî wisa ye. Di sala 2025an de yekemîn Festîvala Fîlman a Nûjiyan hat lidarxistin. Weke Sînejin Rojava em jî beşdar bûn. Di komîteya amadekar a festîvalê de jî me cihê xwe girt. Heman salê bi pêşengiya Komîna Fîlm a Rojava festîvalên giştî jî çêbûn. Festîvala Fîlman a Nûjiyan yekem car li Rojava berhemên 40 jinên derhêner hatin ba hev. Heftiyekî nîşandana van berheman çêbû. Ne tenê Rojavayê Kurdistanê an jî Rojhilata Navîn ji gelek deverên cîhanê 40 fîlm hatin nîşandan. Li gor şert û mercan hinek derhêner jî hatin qadê, nîqaş çêbûn. Gelo çawa jin dikarin piştgirî bidin hevdû? Çawa jin dikarin li welatên xwe, bi hebûna xwe, pirsgirêkên xwe, çareseriyên xwe bînin ser ziman? Çawa dikare hunerek azad, sînemayek azad biafirîne? Li hemberî sînemayên ku desthilatdarî ji bo xwe bikar tîne çawa dikare bibe sînemayek alternatîf? Li ser van mijaran gelek nîqaş jî bipêş ketin. Ev coşekî cûda ava kir li Rojava. Ji ber ku her tim dema şer çêdibe behsa te tê kirin. Lê vê carê bi rengekî din, bi serkeftinek din hat bilêvkirin ku dikare ewqas kesan jî bîne ba hev û hêza hunerê jî derxe holê. Ruxmê rêgiriyê, ruxmê ku rê nehat vekirin û ambargo hebû, ruxmê ku gelek êrişên şaneyên DAIŞ’ê hebû ku heya niha jî didome festîvalên bi serkeftî bûn û rengekî cûda jî derxistin holê.

* Di nav êriş, rêgirî û polîtîkayên qirkirinê de li Rojava xebatên hunerê û sînemayê dewam kirin û dewam dikin jî. Lê belê ev bandorek çawa li ser xebatên sînemayê dike?

Di bin siya şer de jiyankirin zehmet e. Tenê ne huner avakirin. Û hunera ku em ava dikin hunerekî çawa ye, bi keda ku li ser vê axê hatiye dayîn em dixwazin behsa jiyana van mirovan bikin. Ev mirovên ku di eniyên welat de li ber xwe didin em dixwazin bi kameraya xwe li kêleka wan bin û bi kêliyekî wan nemir bikin. Bi sekna xwe bê guman ew nemir in. Lê belê me xwest dîmenek ji berxwedana wan bimîne herî kêm. Û ev kêliyên dîrokî yên tên jiyankirin, berxwedanên ku bê hempa tên meşandin nemir be. Ne tenê îsal, par jî wisa bû. Bi hevalên jin re em şerê Tişrînê li wir bûn, li kêleka şervanan bûn. Îsal dîsa heman tişt bû. Li hemberî bajarên Kurdan û netewên din jî her wiha êrişek mezin çêbû. Bi van êrişan re di kolanên van bajaran hemuyan de jî nobet hebû. Gund bi gund berxwedanî hebû. Him şervan him jî ge li cem hev bûn. Bi kameraya xwe van tiştan hemu şopandin zehmet bû. Lê belê hestekî pir cûda bû. Ji ber dibe ku şansê me ev be, sînemaya Kurda jî di vî alî de li şûna fîlman dikarin dokumanterê de xwe birêxistin bikin. Qederê welatên tê de şer heye wiha ye hinek. Şerê Kobanê de jî xebatên dokumanter, belgefîlman hatin çêkirin. Di vê berxwedanê de rewşa me jî wisa bû. Belê weke hest jî carna zehmetiyên xwe hebû, lê belê rihekî bi Kurdan re hebû ku tu wê bînî ser ziman. Rihê axa Mezopotamya ya di navbera ava Dîcle û Firatê de heye ku ev rihê bi hezaran salan zindî bû û dîsa di çavên şervanan de, di çavê gelên ku li ser vê axê dijîn de mirov dikaribû bibîne û bibe şahidê wê. Demê pêş ger aramiyek jî çêbibe ev tiştên ku em û kameraya xwe em bûne şahidên wê dibe ku bibin berhemên cûda û bigihin hemu deran. Bi vê awayê belkî em kêm be jî heqê wan şervanan bidin û wan nemir bikin.

* Herî dawî ji bo pêşketina sînemaya Kurd çi pêwist e?

Ji bo sînemaya Kurdî nîqaş pir pêwist e. Ji bo aqilekî kolektîf ji bo Kurdan derkeve pêwistî bi nîqaşê heye. Bi taybet ji bo jinan. Ji çawa di vê beşa hunerê de xwe saz bike, xwe pêş bixe, çi xebatê bike, felsefeya vî karî çawa be, sînemayên modernîteya demokratîk, sînemayên berxwedêr, sînemayên di bin siya şer de ava dibin çawa bibe, bi kîjan şiklê bibe? Bê guman ji bo van mijaran nîqaş pêwist e. Em bawer in şert û mercên welatê me jî pir cûda bibe û bi vê karê re yên ku bi salan e mijûl dibin tecrubeyek ji xwe re ava kirine, sînemagrên jin ên Kurd û sînenamgerên din bi çavê sosyalîzmê sînemayê dest digirin werin cem hev nîqaş bikin û perspektîfekî derxin. Ev pêwist e. Em bi hêvî ne ku şert û mercên siyasî jî dema pêş ket dê ev tişt jî ava bibe. Ji bo vê hewldanên me jî hene. Bi taybetî kesayeta jina azad wê çawa be, di fîlm û senaryoyên heyî de dema karakterekî jin bê nivîsandin dê ev jin temsîla azadiyekî çawa bike, ji bo van mijaran nîqaşên kûr lazim in. Em bi hêvî ne bi şert û mercên ku pêş bikevin re wek jinên sînemager em werin ba hev û vê nîqaş bikin. Wek Sînejin em tim ji vê re amade ne. Em dixwazin mêjiyê sînemaya jinan a Kurdewar li vir ava bikin. Me got sînemaya Kurd hê zarok e. Em bikin ku vê zarokê mezin bikin weke sînemaya jin jî, pêş bixin û weke huner bikin pêşenga şoreşê.

Etîket: Berîvan ÎnatçiMahsum SaglamNûçegihanê DildarRojavaSînejinSînemager û yek ji avakara Sînejînê Dîrok Artos
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

5 rojnamegerên ji ber bîranîna Nazim û Cîhan dihatin darizandin, beraet bûn

5 rojnamegerên ji ber bîranîna Nazim û Cîhan dihatin darizandin, beraet bûn

8 GULAN 2026
Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

28 NÎSAN 2026
Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

26 NÎSAN 2026
Deriyê Sînor ê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin

Deriyê Sînor ê Nisêbînê wê vê hefteyê were vekirin

19 NÎSAN 2026
Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

4 NÎSAN 2026
‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

2 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zana Farqînî: Zimanê ku derbasî zarokan nebe, li ber mirinê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gundê Êlê 30 sal in qedexe ye: Em dixwazin qedexeya li ser gund bê rakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê Komeleya Nûbiharê: Dema ku ziman tune bibe, gel jî tune dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MED-DERê bernameya zarokan li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (236)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne