ANKA-DERê bi boneya salvegera damezrandina komeleya xwe Komuna Ziman a Ciwanan ku ji pol, pirtûkxanê û studyoyê pêk tê vekir.
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER), di salvegera 4emîn a damezrandina xwe de bi bernameyekê Komuna Ziman a Ciwanan ku ji pol û pirtûkxaneyê pêk tê, vekir. Endam û nûnerên saziyên demokratîk, Hevserokê DEM Partiya Enqereyê Fatin Kanat û gelek kes tev li bernameyê bûn. Komuna Ziman a Ciwanan ku ji pol û pirtûkxaneyê pêk tê, li vir wêneyê kesayetên navdar ên ji bo zimanê Kurdî ked dane cih girt.
Hevseroka ANKA-DERê Ferîde Akturan di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku ji bo ciwan li vir zimanê xwe hîn bibin xebateke bi vî rengî kirine û bang li ciwanan kir ku werin tev li bibin û zimanê xwe li pêş bixin.
‘Mîrateya KURDÎ-DERê didome’
Hevserokê KURDÎ-DERê ku bi KHKê hatibû girtin Mustafa Karaman jî bi lêv kir ku ANKA-DER îro mîrateya KURDÎ-DERê girtiye ser milê xwe û got: “Em li vir xebatên fêrkirina Kurdî dikin. Ji bo zimanê me li pêş bikeve xebatên me berdewam dikin. Lê ji bo zimanê Kurdî li pêş bikeve divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.”
‘Ew çiqas xira bikin em ê jî ewqas ava bikin’
Ji mamosteyên ANKA-DERê Dogan Şenses jî bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê ve diçe û wiha axivî: “Me di vê çerçoveyê de yekem komîna xwe bi Komîna Ziman a Ciwanan ava kir. Bi armanca pêşxistina zimanê Kurdî me ew komun ava kir. Weke Bavê Teyar gotiye; ‘Qelenê welat ne erzan e lê em jî têra xwe hene. Ew çiqas xira bikin em ê jî ava bikin’. Ciwanan ji bo ev der vebibe kedeke mezin dan. Em jî ji bo keda wan spas dikin.”
Piştî axaftinan Komuna Ziman a Ciwanan bi berzkirina dirûşmeya, “Bê ziman jiyan nabe” hat vekirin. Merasîm bi gerandina govendê qediya.

















