Li Colemêrgê ji ber barana zêde hezaz çêbû. Di encama bûyerê de 6 avahiyên ku metirsî li ser wan hebû hatin valakirin û gelek welatî neçar man şeva xwe li derve derbas bikin.
Li Colemêrgê piştî barana ku di saetên êvarê de dest pê kir û bandora xwe zêde kir, li Taxa Pehlîvanê hezaz çêbû. Ji ber hezazê di dîwar û pêpelûkên hin avahiyan de derz çêbûn. Her wiha çend rê jî bi boneya barana zêde herifîn. 6 avahiyên ku metirsî li ser wan hebû hatin valakirin. Gelek welatî neçar man ku şeva xwe li derve derbas bikin. Piştî bûyerê tîmên AFAD û agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin.













