Amed – Li Amedê ciwanan komeleyeke din a bi navê GÎB-DERê sibê vedikin. Endamê GÎB-DERê Hasan Karsû destnîşan kir ku komunên azad prototîpa civaka nû ne û bang li hemû ciwanan kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet tev li nîqaşên avakirina jiyana nû bibin.
Li Amedê xebatên ciwanan ên avakirina komele, komun û meclisên nû berdewam dike. Yek ji van jî Komeleya Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in (GÎB-DER) e. GÎB-DER dê bi dirûşma “Koka me kûr, pêşeroja me geş, bi tevî ciwanan ber bi civaka azad ve” dê sibê (23yê Gulanê) saet di 17:00an de li Parka Eyşe Şanê ya li navçeya Peyasê ya Amedê bi şahiyekê bê vekirin.
Di bernameya pîrozbahiyê de dê Kolektîfa Ritmên Azad, Kadir Çat û GerokMa cih bigirin. Komele dê Atolyeya Teknolojîyê, Atolyeya Ekolojîyê, Atolyeya Tenduristîyê, Atolyeya Werzişê, Atolyeya Aborîyê, Atolyeya Hiqûqê û Atolyeya Cebîra bi Kurdî li dar bixe û kursên Kurdî, kişikê, matematîka bi Kurmancî bide û ji bo zarokan dersên komputer û teknolojiyê bide. Endamê Komîsyona Tenduristiyê ya GÎB-DERê Hasan Karsû têkildarî xebatên komeleyê û armanca vekirina komeleyê ji ajansa me re axivî. Hasan Karsû derbarê armanc, girîngiya van xebatan û modela komînal de bang li hemû ciwanan kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet têkoşînê mezin bikin û tev li nîqaşên avakirina jiyana nû bibin.
‘Prototîpa civaka azad komun e’
Hasan Karsû di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rola komînan a di nav civakê de û destnîşan kir ku komîn ji bo wan bingeha civakê ne. Hasan Karsû anî ziman ku dewlet malbatê wekî prototîpa xwe dibîne, lê belê prototîpa civaka azad, komunên wan bixwe ne. Hasan Karsu her wiha diyar kir ku avakirina civakek azad tenê bi avakirina komunên azad pêkan e.
‘Mîraseke ku dîroka wê diçe beriya 10 hezar salan’
Hasan Karsû bal kişand ser dîroka modela komînal û wiha got: “Ev çanda komînal a ku dîroka wê diçe beriya 10 hezar salan, mîraseke ku divê were parastin û veguhastina pêşerojê. Em dixwazin di qadên aborî, tenduristî, hiqûq, werzîş, ekolojî û mafên jinan de dînamîkên civakê bi destê ciwanan bi pêş bixin. Her çend ev xebat di destpêkê de li bajaran dest pê kiribin jî armanca wan a sereke ew e ku vê modelê bibin hemû gund, tax û kolanan.”
Têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet
Hasan Karsû bal kişand ser polîtîkayên ku li Kurdistanê bi taybetî li ser ciwanan tên meşandin û anî ziman ku armanca wan a sereke valaderxistina şerê taybet û wisa berdewamî axaftina xwe kir: “Îro di nav bajaran de madeyên hişbir, fihûş û çetebûn bi zanebûn bi destê hêzên çekdarên tê geşkirin û ev yek wekî şerekî taybet tê meşandin. Em dixwazin li hember vî şerî bisekinin û gelê me divê ji bo xwe bibe îrade, ji ber ku ev îrade dizane dê çi ava bike û pirsgirêkan çawa çareser bike.”
Bangawaziya ji bo vekirina GÎB-DERê
Hasan Karsû di dawiya axaftina xwe de banga tevlibûna bernameya xwe kir û wiha got: “Sazî ne aydê kesekê an jî pergaleke rûtîn e, sazî ya hemû ciwanên Amed û Kurdistanê ye. Sibê saet di 17:00an de li Parka Eyşe Şanê dê komeleya me bê vekirin. Bila hemû ciwan werin li ser kêmasiyan nîqaş bikin, da ku binêrin ka dikarin çi ava bikin.”

















