Li Colemêrgê piştî barana zêde bariye li ser rêya Colemêrg û Geverê hezaz çêbû û rê ji her du aliyan, ji çûn û hatinê re hat girtin. Hat zanîn ku xebatên vekirina rê hatine destpêkirin.
Li Colemêrgê di demên dawî ji ber barîna berfê û baranê metirsiya hezazê zêde bû. Bi barîna baranê ya zêde bû sedem ku li ser rêya Colemêrg û Geverê hezaz çêbû û rê hate girtin. Ji ber hezazê li ser rêyê gelek wesayît kom bûn. Metirsiya hezazê li herêmê berdeewam dike.













