Ji bo piştgiriya bi Weşanxaneya Sîtavê re bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê, saziyên ziman, wêje û kedkarên perwerdeyê li Parqa Hunerê starta “Rojên Pirtûkan” hat dayîn.
Şaredariya Rêya Armûşê, Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR), Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), Weşanxaneya Sîtavê û Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê, ji bo piştgiriya bi Weşanxaneya Sîtavê re li Parqa Hunerê ya Rêya Armûşê starta “Rojên Pirtûkan” da. Di çarçoveya çalakiyê de standên pirtûkan hatin danîn û amblem û logoyên Weşanxaneya Sîtavê hatin daliqandin. Welatiyan, nivîskarên herêmê, mamosteyên zimanê Kurdî û siyasetmedaran eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan.
Di çalakiyê de welatiyan ji bo piştgiriya ziman û weşanxaneyan, pirtûkên Kurdî stendin û peyama xwedîderketina li ziman û pirtûkên Kurdî dan.




















