Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkûn ji bo bicîhanîna edaletê ya ji bo kesên bi darê zorê hatine windakirin, 7 xal eşkere kir û got: “Aştiyeke civakî ya rastîn tenê wê demê mimkun e ku çarenûsa kesên hatine windakirin diyar bibe.”
Şaxa ÎHDê ya Wanê, dê bi boneya 17-31ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Kesên Bi Darê Zorê Hatine Windakirin a Navneteweyî li Qada Bajêr a li navçeya Rêya Armûşê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û bila kûjer bên darizandin” hat vekirin û wêneyên windayan hatin ildan. Tevî parastvanên mafên mirovan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn.
‘Tekoşîna wan ji bo parastina bîra civakî’
Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkun ku metna daxuyaniyê xwend, bal kişand ser têkoşîna ji bo dîtina windayan û rûbirûbûna bi rabirdûyê re û got: “Em xebatên xwe yên ji bo eşkerekirina çarenûsa kesên ku di bin çavan de hatine windakirin, darizandina kujeran û rûbirûbûna dewletê ya bi rabirdûyê re dighînin mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî. Li Stenbol, Amed, Êlih, Îzmîr, Riha, Gever û gelek bajarên din, her şemiyê ji aliyê ÎHD û xizmên windayan ve ji bo daxwaza edaletê çalakiyên rûniştinê tên organîzekirin. Têkoşîna ku ji aliyê ÎHDê ve tê meşandin, ne tenê ji bo dîtina kesên windabûyî ye, ew di heman demê de têkoşîneke girîng a mafên mirovan e ji bo parastina bîra civakî, bidawîkirina bêcezayetiyê û pêşîlêgirtina dubarebûna binpêkirinên bi vî rengî.”
‘Aştiyeke mayînde bêyî edaletê nayê avakirin’
Salîh Coşkun destnîşan kir ku bêyî rûbirûbûnê edalet pêk nayê û ev tişt anî ziman: “Aştiyeke civakî ya rastîn tenê wê demê mimkun e ku çarenûsa kesên hatine windakirin diyar bibe û ev binpêkirinên mafên mirovan bên aşkerekirin. Aştiyeke mayînde li cihê ku rastî veşartî bimîne, edalet pêk neyê û bêcezayî berdewam bike, nayê avakirin.”
Salîh Coşkun bi domdarî daxwazên xwe wiha rêz kir:
* Divê çarenûsa hemû kesên ku di dema binçavkirinê de winda bûne, were eşkerekirin.
* Divê sûcê windakirina bi zorê di Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de bi awayekî eşkere wekî sûcekî li dijî mirovahiyê were pênasekirin.
* Divê bêcezayî di hemû dozên windahiyên bi zorê de bi dawî bibe.
* Divê berpirsiyar bi lêpirsînên serbixwe û bibandor bên darizandin.
* Divê qedexeya li dijî civînan a nedestûrî û neqanûnî û sînordarkirina hejmara beşdaran li Qada Galatasarayê tavilê were rakirin, da ku Dayikên Şemiyê bikaribe daxwazên xwe bi azadî bîne ziman.
* Divê Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê windayên bi darê zorê de îmze bike, pesend bike û bi awayekî bibandor bi cih bîne.
* Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên derbarê windahiyên bi darê zorê bi tevahî bên cîbicîkirin.”
Piştî daxuyaniyê çaçakiya rûniştinê hate lidarxistin û çalakî bi dawî bû.














