Çalakiya “Rojên Pirtûkan” a ku bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê, saziyên ziman, wêje û kedkarên perwerdeyê ji bo piştgiriya bi Weşanxaneya Sîtavê re li Parka Hunerê hatibû destpêkirin, îro di roja xwe ya duyemîn de berdewam kir.
Şaredariya Rêya Armûşê, Komeleya Wêjekar û Nivîskarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR), Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), Weşanxaneya Sîtavê û Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê, piştî starta ku duh dan, îro jî pêşwazîkirina zimanhezan dikin. Di çarçoveya çalakiyê de ku îro jî berdewam dike, li standên pirtûkan ên ku bi amblem û logoyên Weşanxaneya Sîtavê hatine xemilandin, eleqeyek zêde ya xelkê ji bo pirtûkan heye.
Di roja duyemîn a çalakiyê de jî welatiyan ji bo piştgiriya ziman û weşanxaneyan, berê xwe dan standan, pirtûkên Kurdî stendin û peyama xwedîderketina li ziman û pirtûkên Kurdî nû kirin.



















