Enqere – Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civiya. Hat zanîn ku di civînê de dê rewşa dawî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, amadekirina qanûna çarçove, pêkanîna kongreyê û plansaziya xebatên 15 rojan dê be nîqaşkirin.
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê civiya. Hat zanîn ku dê di civînê de mijarên di rojevê de ne bên nirxandin û nîqaşkirin.
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê dê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, qanûna çarçove, û kongreya ku dê di meha Îlonê de were pêkanîn nîqaşan bike. Her wiha plansaziya xebatên 15 rojan jî dê di civînê de be axaftin.













