Ji nûçegihanê me Mahmût Altintaş re bi hinceta “nehiştiyê polis karê xwe bikin” 5 meh cezayê girtîgehe hat dayin.
Nûçegihanê me Mahmût Altintaş ku di 26ê Çileyê 2024an de li Semsûrê bi îdîaaya “propangandaya rêxistinê kiriyê” hatibû binçavkirin û dema ew biribûn Edliyeya Semsûrê polîsan xwestibû serê wî bitewîne. Li ser vê yekê nûçegihanê me Altintaş jî nehiştibû serê wî bi tewînin û ji aliyê polîsan vê hatibû darp kirin. Di dema darp kirinê de polîsekî li ser nûçegihanê me Altintaş doz vêkiribû ku wî polis birîndar kirinê. Piştrê jî derbarê nûçegihanê me Altintaş de bi îdîaaya, “Zerar dayê malê kamû ye û nehiştiyê polis karê xwe bikin” doz hatibû vêkirin.
Danişîna dozê îro li 4emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Semsûrê hat dîtin. Di danişînê de şandeya dadgehê ji bo “Zerar dayê malê kamuyê” biryara beraatê da Altintaş. Dadgehê bi îdîaya, “Nehiştiyê polis karê xwe bikin” jî 5 meh cezayê girtîgehê da Mahmût Altintaş. Her wiha dadgehê biryar da ku cezayê bê taloqkirin. Parêzer wê li dijî biryarê îtîraz bikin.