• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Elkê civînên gel hatin lidarxistin 

    Li Elkê civînên gel hatin lidarxistin 

    ‘Komîsyon wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike’

    ‘Komîsyon wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike’

    Rojnameger Nîzamettîn Yilmaz cuya xo vîndî kerd

    Cenazeyê rojnameger Yilmaz dê sibê li Dêrikê bê veşartin

    MSDê xwest hemû pêkhate di Sûriyeya nû de cih bigirin

    MSDê xwest hemû pêkhate di Sûriyeya nû de cih bigirin

    Bi girseyî serdana şîna Firat Bayrak kirin

    Bi girseyî serdana şîna Firat Bayrak kirin

    KNK: 1ê Gulanê li hemû karkerên Kurdistanê û cîhanê pîroz be

    KNK: Jîngeha me niştîmana me ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Elkê civînên gel hatin lidarxistin 

    Li Elkê civînên gel hatin lidarxistin 

    ‘Komîsyon wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike’

    ‘Komîsyon wê hefteya ewil a tebaxê dest bi xebatan bike’

    Rojnameger Nîzamettîn Yilmaz cuya xo vîndî kerd

    Cenazeyê rojnameger Yilmaz dê sibê li Dêrikê bê veşartin

    MSDê xwest hemû pêkhate di Sûriyeya nû de cih bigirin

    MSDê xwest hemû pêkhate di Sûriyeya nû de cih bigirin

    Bi girseyî serdana şîna Firat Bayrak kirin

    Bi girseyî serdana şîna Firat Bayrak kirin

    KNK: 1ê Gulanê li hemû karkerên Kurdistanê û cîhanê pîroz be

    KNK: Jîngeha me niştîmana me ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Çareserî bi qebûlkirina ziman û nasnameya Kurdî pêkan e’

Mahmût Altintaş / AW

4 HEZÎRAN 2025 - 08:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Dengbêjên Botanê têkildarî pêvajoyê axivîn û anîn ziman ku çareserkirina pirsgirêka Kurd bi qebûlkirina nasnameya Kurd û mîsogerkirina mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî pêkan e.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û bang li PKKê kir ku xwe fesix bike. Piştî banga Abdullah Ocalan PKKê jî biryara agirbestê da û piştre jî di 12ê Gulanê de encamnameya kongreya xwe ya 12emîn eşkere kir û ragihand ku xwe fesix kiriye. Piştî biryara PKKê nîqaşên çareserkirina pirsgirêka Kurd li Kurdistan, Tirkiye û cihanê di rojevê de ye. Lê tevî biryara PKKê ya fesixê jî Tirkiye gavên şênber neavetiye û êrişên Tirkiyeyê li ser hin deverên Başûrê Kurdistanê jî berdewam dikin. Gelê Kurd jî di vê pêvajoyê di qadan de piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê û daxwaza, berdana girtiyên siyasî, pêkhatina mafê perwerdehiya zimanê Kurdî û qebûlkirina nasnameya Kurd dike.

Dengbêjên li Şirnexê têkildarî pêvajoyê axivîn û destnîşan kirin ku çareserkirina pirsgirêka Kurd bi mîsogerkirina mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî pêkan e.

‘Divê hemû beşên civakê piştgiriya pêvajoyê bikin’

Dengbêj Mihyedîn Deştelanî anî ziman ku weke dengbêj ew piştigirya banga aştî û civaka demokratik a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û ev yek anîn ziman: “Di vê pêvajoyê de divê hemû kes destê aştiyê bide hev û bi hev dûr re ji bo pêkhatina aştiyê di nava hewldanê de bin. Ji bo aştî pêk were jî divê çi mafê Tirkan hebe, heman maf ji bo Kurdan û hemû netewên din jî hebin. Pêwîst e hemû zimanên li erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê tên axaftin mafê wan ên perwerdehiyê pêk were. Weke dengbêj jî xwesteka me ya sereke pêkhatina mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî ye. Heta niha dengbêjan bi kilamên xwe ziman parastin e, em jî ji bo zimanê me neyê tune kirin divê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî bê dayîn. Divê dengbêj jî ji bo pêkhatina aştiyê xebatên xwe bikin. Divê dewlet deriyên zindanan jî vebike û girtiyên siyasî bên berdan. Divê di nava komîsyona Meclisê de jî hemû pêkhateyên civakê cihê xwe bigrin. Heta niha çi qedexe li ser zimanê Kurdî hebû divê hemû bên rakirin. Heke zimanek perwerdehiya wê tune be ew ziman tune dibe. Lewma mafê perwerdehiyê heq e. Banga me li gelê me û hemû kesan ew e ku piştgiriyê bidin pêvajoyê aştiyê.”

‘Ji bo xelk bawer bike divê dewlet deriyên zindanan vebike’

Dengbêj Hecî Ehmedê Şirnexî jî bi lêv kir ku ji ber ne gavavêtina dewletê fikarên wan ji bo pêvajoyê hene û got: “Heta niha dewletê tu gaveke şênber neavêtiyê ku baweriya gel li pêvajoyê çêbibe. Ji bo bawerî pêk were divê dewlet deriyên zindanan vebike û di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Her wiha divê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî were qebûlkirin. Em dixwazin zarokên me di dibistanan de perwerdehiya bi zimanê xwe bibîne. Bila hemû netew û bawerî bi awayekî wekhev bi hev re bi ziman û çanda xwe bikaribin bijîn. Çavê me jî li pêkhatina aştiyê ye. Em hêvî dikin ku ev pêvajo biçe serî û aramî û aştiyek were vî welatî.”

‘Tu tiştekî me ji netewên din ên dinyayê kêm nîn e’

Dengbêj Mihemedê Bato jî destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê di serî de mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî were bicihanîn û wiha got: “Weke dengbêj em jî dibêjin divê ji bo pêvajo bi awayekî serkeftî encam bigire, divê mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî pêk were. Her wiha divê deriyên zindanan vebibe û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê nasnamê û zimanê Kurdî bê qebûlkirin. Çi mafên Tirkan heye divê ew mafên Kurd û hemû netewan jî hebe. Em jî dixwazin weke hemû netewên dinyayê em jî bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn. Weke dengbêj em jî ji ber kilamên xwe gelek caran rastî astengî, binçavkirin û zextan hatine. Em jî dixwazin bikaribin kilamên xwe bi awayekî azad li her derê bibêjin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan ji bo aştî û çareseriyê pirr girîng e. Divê gelê Kurd jî xwedî li vê bangê derbikeve li derdora birêz Abdullah Ocalan bibe yek.”

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkdengbêjKongreya 12emîn a PKKêpêvajoStatuya Kurdî Perwerdehiya bi KurdîZimane Kurdi
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Derûnnas Jiyan Ay: Ziman avakirina xwebûnê ye

Derûnnas Jiyan Ay: Ziman avakirina xwebûnê ye

30 TÎRMEH 2025
Zarokên Kurd ji perwerdehiya zimanê xwe bêpar man e

Zarokên Kurd ji perwerdehiya zimanê xwe bêpar man e

29 TÎRMEH 2025
88 xelatgirewtoxanê Nobelî paştî daye Abdullah Ocalanî

Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye

28 TÎRMEH 2025
Xwestin Kurdistanê bê nasname û bê ziman bihêlin!

Xwestin Kurdistanê bê nasname û bê ziman bihêlin!

28 TÎRMEH 2025
Pêvînayîşê Heyetê Îmrali û Wezîrê Edaletî dest pêkerd

Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtinê daxuyanî da

26 TÎRMEH 2025
Wextê pêvînayîşanê Heyetê Îmraliyî dîyar bi

Şandeya Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî

25 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (569)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne