Ayhan Bayar ê ku piştî 32 salan hatî tehliyekirin got ku ger vînek xurt nebe mirov nikare ev qas li ber xwe bide û heya Abdullah Ocalan û hemû heval azad nebin têkoşîna wan ê bidome.
Ayhan Bayar ê ku 18 mehan tehliyekirina wî hatibû taloqkirin û piştî 32 salan hatî tehliyekirin gihîşt bajarê xwe navçeya Silopyayê ya Şirnexê. Di nav de endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl gelek welatiyan li Nêrdûşê Bayar bi çepik, tilîlî û kulîlkan pêşwazî kir. Piştre Bayar û girse çû mala malbatê ya li taxa Başakê.
Li vir Hevserokê TUHAD-DERê ya Şirnexê Aydin Denîz got ku çavê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêhevalên Bayar û dayîka wî ya li Başûrê Kurdistanê ronî be.
Piştre Ayhan Bayar axivî û diyar kir ku ger vîneke xurt nebe tu kes nikare ev qas li zindanan li ber xwe bide û wiha axivî: “Helbet vînek gelek xurt nebe ev qas têkoşîn mirov nikare bide. Ev azadî jî bêwate ye, heya ku Rêberê Gelê Kurd û hemû hevalên me azad nebin, berxwedana me wê bidome.”
Piştî axaftina Bayar girse belav bû.