• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Piştî 31 salan hat berdan: Em ê li ser rêya Ocalan bimeşin

    Piştî 31 salan hat berdan: Em ê li ser rêya Ocalan bimeşin

    Ebru Gunay li meclîsa nûneran a îtalyayê axivî

    Ebru Gunay li meclîsa nûneran a îtalyayê axivî

    Malbata ji Kobanê piştî dayîna pereyan hat berdan

    Malbata ji Kobanê piştî dayîna pereyan hat berdan

    Li Wanê pêşengeha Navdarên Kurd hat vekirin

    Li Wanê pêşengeha Navdarên Kurd hat vekirin

    Dengbêjên Amedê Mihemedê Nenyasî bi bîr anî

    Dengbêjên Amedê Mihemedê Nenyasî bi bîr anî

    Zanîngehê derbarê çalakiya bo Kabaîş de lêpirsîn da destpêkirin

    Zanîngehê derbarê çalakiya bo Kabaîş de lêpirsîn da destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Piştî 31 salan hat berdan: Em ê li ser rêya Ocalan bimeşin

    Piştî 31 salan hat berdan: Em ê li ser rêya Ocalan bimeşin

    Ebru Gunay li meclîsa nûneran a îtalyayê axivî

    Ebru Gunay li meclîsa nûneran a îtalyayê axivî

    Malbata ji Kobanê piştî dayîna pereyan hat berdan

    Malbata ji Kobanê piştî dayîna pereyan hat berdan

    Li Wanê pêşengeha Navdarên Kurd hat vekirin

    Li Wanê pêşengeha Navdarên Kurd hat vekirin

    Dengbêjên Amedê Mihemedê Nenyasî bi bîr anî

    Dengbêjên Amedê Mihemedê Nenyasî bi bîr anî

    Zanîngehê derbarê çalakiya bo Kabaîş de lêpirsîn da destpêkirin

    Zanîngehê derbarê çalakiya bo Kabaîş de lêpirsîn da destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

YRJê bang kir: Xwedî li dengê jinan derkevin

Navenda Nûçeyan / AW

1 ÇILE 2025 - 13:02
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
YRJê girtina saziyên jinan ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve şermezar kir û bang li hemû jinên rojnamevan ên Başurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê kir ku xwedî li dengê jinan derbikevin.

Asayişa Silêmaniyê duh di saetên beriya nivro bi awayek hemwext, bi ser navendên Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger ya pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye ya eşkerekirina tawanên li dijî jinan de girt û bêyî belgeya fermî ya dadgehê hemû sazî û rêxistinên jinan bi dare zorê girtin. Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî girtina rêxistinên jinan û produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wihaye:

“Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Asayişa Herêma Silêmaniyê jî di nav de bêyî hebûn û nîşandayîna nivîsek fermî û agahdarkirinê, biryara girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan dan. Şîrketa Gizingî Berbeyan ji bo JIN TV bername amade dikir û di heman demê de rewşa jinan li Başurê Kurdistanê dişopand û dikir rojev.

Heman hêzan di heman rojê de bi ser Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger ya pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye ya eşkerekirina tawanên li dijî jinan de jî girt û bêyî belgeya fermî ya dadgehê hemû sazî û rêxistin bi darê zorê girtin.

Di rojekê de û bi biryarek hevpar çar rêxistinên jinan ku ji bo hebûn, nasname û azadiya jinan kar û xebat didin meşandin hatin girtin. Ev, êrişekî ku xwe dispêre konseptêkî qirêj û siyasî ye. Di serî de em hêzên ku ev biryar dane û ev êriş birine ser rêxistinên jinan bi tundî şermezar dikin.

Şîrketa Gizingî Berbeyan yekem şîrkete ku li Başûrê Kurdistanê ji bo bibe dengê jinan kar û xebat dide meşandin. Di dirêjahiya 7 salên kar û xebatê de bi armanca xwedî li hebûn û nasnameya jin derketin tevgeriya. Ji bo bibe dengê her jineke rastî her cure cihêkarî û tundiyê hatî têkoşîn da. Çîroka her jineke hêjayî tomarkirinê dît û bajar bi bajar gund bi gund ket pey çîrok û êşên kesî qet destê xwe danenî ser.

‘Desthilat ji hêza jinê ditirse’

Bi vê tevgera xwe ji bo hemû jinan bû cihê baweriyê. Her wiha bû mala her jinekî ku ketî ferqa rastiya xwe û bi azadiyê hesiyayî. Di heman demê de cihekî ku jinan hêza xwe nas dikir bû. Li Başurê Kurdistanê li beramberî hêza serdest û aqilê serwer yên di qada ragihandinê de yekem hêza alternatîf ya ragihandina azad a jinan bû. Bi kar û xebatên xwe cesaret da gelek jinan û di heman demê de ji bo her jinekî ciwan bû peymangehekî fêrbûna heqîqetê. Di gelek aliyan de mînak bû û ji bo hemû jinan cihê hêzê bû. Hewqas bi bandor bû.

Hêzên ku ev biryar dan ji vê rastiya derketî holê diyar e gelek tirsiyane. Li cihekî wek Başurê Kurdistanê ku di her qadên jiyanê de tenê serwerî û desthilitdariya mêr heyî de, bi nasnama jin û bi armanca azadiya jinan kar û xebat meşandin diyar e sûcê herî mezine. Ev biryar di heman demê de nîşaneya vê rastiyê ye. Naxwazin jin li Başûrê Kurdistanê bibin xwedî vîn û nasnameyekî bi hêz ku li dijî pergala heyî têkoşîn dike.

‘Divê hemû jin xwedî dengê jinê derbikevin’

Aqil û ferasata ku hevrêyên me Nagihan Akarsel, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn û herî dawî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn qetilkirî heman êroş birine ser Şîrketa Gîzingî Berbeyan jî. Her wiha aqilê ku qetilkirina rojnamevanên Kurd rewa dike û dibîne di heman demê de êriş birine ser Şîrketa Gîzingî Berbeyan jî. Hêman hêz in yên ku di tevgerê de ne û li pey bêdengiya azadiya raman û ragihandinê ne.

Wek ragihandina azad ya jin û heqîqetê em ê li pey vê bûyera girtinê de bin. Heta hêz di me de hebê ev hêzên ku ji rastî, heqîqet û dengê jinan ditirse em ê teşhîr bikin û li beranberî wan têkoşîna xwe bidomînin. Ev rûreşiyekî mezin ji bo ev hêzên ku ev biryar girtî ye. Ji bo me jî mijara têkoşînê ye.

Di dawî de wek YRJ’ê em piştgiriya xwe radigihînin û bang li hemû jinên rojnamevan yên Başurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê dikin da ku xwedî li saziyekî ku ev 7 sal in bûye dengê jinan xwedî derbikevin.

Dubare em hêzen ku ev biryar dayî şermezar dikin û bang dikin ku ji vê biryara şaş vegerin.”

Etîket: JIN TVRJAKYRJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed: Entegrasyona li Sûriyeyê dê bandorê li welatên cîran, bi taybetî Tirkiyeyê bike

Îlham Ehmed: Entegrasyona li Sûriyeyê dê bandorê li welatên cîran, bi taybetî Tirkiyeyê bike

15 SIBAT 2026
Konferansa YRJê dest pê kir: Dê meclîsek bê hilbijartin

Konferansa YRJê dest pê kir: Dê meclîsek bê hilbijartin

8 MIJDAR 2025
Bi ser RJAKê de girtin û navenda wê girtin

Bi ser RJAKê de girtin û navenda wê girtin

31 KANÛN 2024
Jinên Sloven serdana JIN TVyê kirin

Jinên Sloven serdana JIN TVyê kirin

30 MIJDAR 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

    Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwerêveberiya Civakî an Reforma Îdarî?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdeyê êş û têkoşîna me wê bi dawî nebe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Farqînê bi Kurdî û Tirkî tabelayên navçeyê nû kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceylan Akça: Konferansê kir ku Kurd dîplomasiya xwe xurttir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Civîroglû: Tevlibûna Kurdan a Konferansa Munîhê encama civîna Kongreya Amerîkayê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meral Daniş Beştaş: Ya girîng vebûna rêya siyaseta demokratîk e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parlamenterên DEM Partiyê bi Kirmanckî pêşniyazname dan Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyên Kurdî: Pêwist e Kurdî bibe zimanê bazarê û perwerdehiyê 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (722)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne