Gelê Êlihê ji bo piştgiriya Rojava sibe dê meşek girseyî li dar bixe. Di meşa girseyî ku Heserokê DBPê Keskîn Bayindir jî tev li bibe de dê êrişên li ser Rojava werin şermezarkirin û bang li cîhanê bê kirin ku ji bo piştgiriya Rojava rabe ser pêya.
Li seranserê Bakurê Kurdistanê meş û çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava didomin. Yek ji van deverên ku bi rojan e çalakiyên şeve têne li dar xistin bajarê Êlihê ye. Gelê Êlihê evcar bi awayeke girseyî de dakevin qadê û hêrsa xwe ya li dijî çeteyan bînin ziman.
Banga tevlibûnê
Şêniyên bajêr bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê sibê (28ê Çile) dê meşek girseyî li dar bixin. Banga meşê bi ser navê “Gelê Êlihê yê welatparêz ji bo Rojava dimeşe” hate parvekirin. Di bangê de hate gotin ku li dijî êriş û dorpêçkirina Rojava tevahiya şêniyên bajêr vedixwînin meşa mezin.
Bi tevlibûna Keskîn Bayindir
Meş sibê saet di 13:00an de wê dest pê bike. Gel dê li ber Parka Yilmaz Guney a li ser Cadeya Diyarbekirê werin cem hev û ji vir dest bi meşê bike. Wê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM Partiyê yên herêmê jî tev li meşê bibin û peyamê xwe yên ji bo piştgiriya Rojava bînin ziman.













