Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik diyar kir ku gelê Kurd serhildanek destanî pêk aniye û herkes li dijî vê têkoşînê matmayî maye. Bayik diyar kir ku serhildana gelê Kurd di astek dîrokî de pêk hatiye û hêzên komploger û êrişkar neçar mane ku Rojavayê Kurdistanê û HSDê qebûl bikin. Bayik Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê şermezar kir û têkildarî serhildana ji bo Rojavayê Kurdistanê wiha got: “Li hemû parçeyên Kurdistanê, Ewropa û dervey welêt gelê me serhildaneke mezin nivîsand. Em dikarin bêjin ku serhildaneke destanî ye. Her kes li hemberî vê serhildanê şok bû. Texmîn nedikirin ku Kurd wê serhildaneke wisa pêk bînin. Gelê me di şexsê berxwedana Rojava de xwedî li siberoja xwe derket.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik peyamek ji mitînga bi şîara, “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu” li bajarê Strasbourg ê Fransayê re şand. Bayik Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê şermezar kir û bi boneya xwedîderketina Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd pîroz kir. Bayik di peyamê de wiha axivî: “Gelê Kurd û Kurdistanê, gelê me yê bi wêrek û berxwedêr, ez we hemûyan silav dikim û hembêz dikim. 15ê Sibatê di dîroka me de, di dîroka gelê me de rojeke reş e. Ez yên ku ew roja reş bi me, gelê me û mirovahiyê dan jiyankirin, şermezar dikim û hêrs û nefreta xwe tînim ziman. Weke hûn dizanin girêdayî Komploya 15ê Sibatê, li Rojava Komploya 15’ê Sibatê ya duyemîn xistin dewrê. Gelê me li dijî vê yekê rabû ser piyan. Bi vê wesîleyê ez car din soza me ya ji bo Rêber Apo, şehîdan, gelê Kurdistanê, gelan û mirovahiyê dubare dikim û di şexsê şehîdê me yê netewa demokratîk Ehmed Emîn Omer de hemû şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim û dilsoziya xwe ya ji bo bîranînên wan dubare dikim.”
‘Komploya 15ê Sibatê dubare dikin’
Di peyamê de Bayik li ser pêşketina Komploya 15ê Sibatê axivî û wiha domand: “Gelê me yê berxwedêr û bi wêrek, weke hûn jî dizanin Rêber Apo ji sala 1993yan û vir ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têdikoşe. Salên 1993-95 û 98an gelek hemle pêş xistin. Sala 1998an xwest pirsgirêka Kurd çareser bike, bi hemleya ku pêş xistî armanc kir ku pirsgirêk were çareserkirin. Lê komplogeran bi komploya navneteweyî bersiva vê dan. Xwestin pêşî li têkoşîna Rêber Apo bigirin. Ji ber ku eger paradîgmaya Rêber Apo asteng nekin, ev ê ji bo wan pirsgirêkên giran çêkiriban. Rêber Apo çawa ku hemleya çareseriyê pêş xist, li dijî vê bi komployê bersiv dan. Rêber Apo xwest paradîgmaya ku di şert û mercên pir giran ên Îmraliyê de, di nava zorî û zehmetiyan de pêş xistî, bixe meriyetê. Lewma sala borî, banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Lê komplogeran li Rojava Komploya 15ê Sibatê ya duyemîn xistin dewrê.”
‘Rêber Apo dixwest pirsgirêkên Rojava çareser bike’
Li ser hewildanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyê jî rawestiya û ava nirxandin kirin: “Li Şamê hevdîtin hatin kirin, ew hevdîtin bi rêya nameyên Rêber Apo dihatin kirin. Rêber Apo dixwest pirsgirêkên li Rojava çareser bike. 4ê Çileyê li Şamê li ser vê bingehê hevdîtin hatin kirin û pirsgirêk gihandin çareseriyê, tifaq çêkirin. Tenê pêvajoya îmze avêtinê mabû. Mudaxileyî vê kirin, nehiştin îmze bên avêtin. 5ê Çileyê li Parîsê hevdîtin kirin. Di wê civînê de hin biryar girtin. 6ê Çileyê jî Komploya 15ê Sibatê ya duyemîn li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xistin dewrê. Bi vê komployê re hemle li ser hemleyê kirin. Xwestin li Rojava qirkirina Kurdan pêk bînin. Armanca wan tenê Rojava nebû, eger gihiştiban armanca xwe wê dewam kiriban. Wê pêvajoya li Başûr, Bakur û Rojhilat temam kiriban. Lê gelê me li Rojava, gelê Kurd, Ereb û Suryanî bi hev re li dijî vê komployê sekinîn û li ber xwe dan. HSD, YPG û YPJê li ber xwe da.”
‘Gel berxwedana HSD, YPG û YPJê temam kir’
Bayik anî ziman ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya destanî hêzên ewlehiyê temam kirine û ev tişt gotin: “Berxwedana ku ji aliyê HSD, YPG û YPJê ve hatî pêşxistin, ji aliyê gelê me ve hate temamkirin. Vê hem bandor li ser gelê me yê li parçeyên din û dervey welêt kir, hem jî bandor li ser siyasetê çêkir. Di encama vê de neçar man Rojava û HSD’ê qebûl bikin. Weke tê zanîn li hemû parçeyên Kurdistanê, Ewropa û dervey welêt gelê me serhildaneke mezin pêk anî. Em dikarin bêjin ku serhildaneke destanî ye. Di dîroka gelê me de ti carî serhildaneke wisa çênebûye. Her kes li hemberî vê serhildanê şok ma. Texmîn nedikirin ku Kurd wê serhildaneke wisa pêk bînin. Gelê me di şexsê berxwedana Rojava de xwedî li siberoja xwe derket. Îspat kirin ku ti kes nikare îradeya gelê Kurd bişkîne, ti kes nikare gav ber bi paş ve bi gelê Kurd bide avêtin, gelê Kurd di her şert û mercî de xwedî li azadî, îrade, nasname û nirxên xwe derket. Hemû cîhanê ev yek dît.”
‘Tenê têkoşîn dikare pêşiya komkujiyê bigire’
Derbarê êrişên li dijî gelê Kurd tên meşandin jî Bayik wiha got: “Hemû kesan fêm kir ku berxwedanê gelek tişt guherand. Dikare pêşî li gelek komplo û komkujiyan bigire. Gelê me ev yek baş fêm kir û kir ku hemû kes jî fêm bike. Li gel berxwedana Rojava hemû gelê me yê li hemû perçeyên Kurdistanê û gelê me yê li Ewropa û welatên cuda rabû ser piyan û diyar kir ku gelê Kurd yek e. Ev dirûşme tim û tim dubare kir û bi rastî jî îspat kir ku gelê Kurd yek e. Ger gelê me bi vî rengî rabibe ser piyan ev yek bi saya têkoşînê ye ku di pêşengtiya Rêber Apo de hatiye pêşxistin. Ji ber ku ev têkoşîna ku bi salan e berdewam dike, di nava gelê Kurd de zanebûn, tecrûbe, nirx û hîsa azadiyê afirand. Ji ber vê yekê serhildaneke bi vî rengî ya mezin pêk hat. Gelê me bang li hemû siyasetmedarên xwe û partiyên Kurdan kir ku bibin yek. Ev yek ji bo me telîmatek e. Em ê vê telîmatê bi cih bînin. Beriya niha jî me anîbû ziman ku em ê bi cih bînin. Piştî ku gelê me ev telîmat da her kesî em ê ji bo yekîtiya gelê Kurd a demokratîk zêdetir bixebitin. Em soza vê yekê didin.”
‘Êrişî paradîgmaya Rêber Apo dikin’
Êrişên bi Kompyoyê re ketine dewreyê ji hêla Bayik ve hatin nirxandin û ev tespît hatin kirin: “Niha li dijî Rêber Apo û paradîgmaya Rêber Apo êrîşeke mezin heye. Dibe ku hin kes bi nezanî ji van êrîşan re xizmetê dikin lê belê hin kes jî bi zanebûnî van êrîşan pêş dixin. Ev êrîş, bi temamî li dijî Rêber Apo û paradîgmaya Rêber Apo ne. Li dijî têkoşîna ku Tevgera me pêş xistiye. Ev êrîş di şexsê Rêber Apo û paradîgmaya Rêber Apo de, êrîşên li dijî gelê me, gelan, jinên Kurd, jinan û jiyana azad in. Rêber Apo ji bo gelê Kurd rêbertiyeke stratejîk afirand. Bes ne ji bo gelê Kurd ji bo gelan û mirovahiyê rêbertî û paradîgmayek afirand. Sedema êrîşa li dijî Rêber Apo û paradîgmaya wî, êrîşa li dijî gelê Kurd, gelan, mirovahiyê, jinên Kurd û jinan a di şexsê Rêber Apo de, ev e. Dixwazin ku gelê Kurd bê rêbertî, bê stratejî û bê aqil bihêlin. Dixwazin gelên Rojhilata Navîn, gelan, jinan û mirovahiyê dîsa bê rêbertî û bê paradîgma bihêlin.”
‘Divê herkes li dijî komployê têbikoşe’
Bayik xwest ku herkes li dijî Komployê têbikoşe û xwedî li Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî derkeve. Bayik ev tişt gotin: “Ji ber vê yekê divê hemû kesên ku dibêjin ez welatparêz im, ez Kurd im, ez demokrat im, ez sosyalîst im û daxwaza azadî û demokrasiyê dikim û dibêjin ku ez li dijî komployê, faşîzmê, pergala modernîteya kapîtalîst im, van êrîşan baş fêm bike û xwedî li Rêber Apo û paradîgmaya Rêber Apo derkeve. Kesên ku êrîşî Rêber Apo û paradîgmaya Rêber Apo dikin, dixwazin têkoşîna pêş dikeve û geşedanên rû didin, bixin xizmeta xwe. Divê gelê me û dostên me di vê mijarê de baldar bin. Divê destûrê nedin ku hin kes vê yekê bidizin û li ser vê yekê jiyana xwe bidomînin. Kesên ku êrîş dikin û dixwazin di navbera gelên Kurd-Ereb, Kurd-Tirk û Kurd-Faris de nîjadperestiyê pêş bixin, dixwazin li ser vê yekê bijîn. Beşeke ji kesên ku van êrîşan pêk tînin, ew kes in ku ji roja ewil ve ye êrîşî Rêber Apo û Tevgera me dikin, heqaretê dikin û reş dikin. Divê tu kes guh nede van kesan. Li piştperdeya van şerê taybet û pergala modernîteya kapîtalîst heye.”
‘Rêber Apo di şert û mercên giran de têdikoşe’
Di berdewama axaftina xwe de Bayik balkişand ser şert û mercên Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Niha Rêber Apo di şert û mercên pir zehmet de, di nava bêderfetiyan de ji bo gelê Kurd, gelan, jinan û mirovahiyê têkoşîneke mezin pêş dixe. Ji ber vê têkoşînê, sîstema modernîteya kapîtalîst û piştevanên vê sîstemê rehet nînin, ditirsin, lewma êrîşî Rêber Apo û paradîgmaya wî dikin. Em ê li dijî vê bisekinin. Ez dixwazim ku her kes jî li dijî vê bi rengekî xurt bisekine û vale derxîne. Niha yên ku ev êş bi Kurdan dan jiyankirin, yên ku li dijî Kurdan siyaseteke qirêj dimeşînin divê ji serhildana gelê me encam derbixin. Divê bizanin ku; Kurd êdî Kurdên berê nînin. Dibe berê Kurd parçe kiribin, siyaseta înkar-îmhayê pêş xistibin, lê îro dibînin ku ew siyaset vale derketiye. Yekîtiya demokratîk a Kurdan pêş ketiye. Kurd êdî xwedî li azadiya xwe derdikevin. Lewma hêzên komploger neçar in ku siyaseta xwe biguherin.”
‘Azadiya fîzîkî ya Ocalan tekane riya çareseriyê ye’
Ji bo çareseriyan jî Bayik bi bîr xist û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tekane riye û peyama xwe wiha bi dawî kir: “Rêber Apo ji bo bikare projeya xwe ji bo Kurdan, Rojhilata Navîn, mirovahî, jinan, demokrasî û azadiyê bi ser bixe, divê weke fîzîkî azad bibe, di şert û mercên azad de xebat bimeşîne. Encex wê demê dikare projeya xwe pêş bixe û bigihîne serketinê. Ji dervey wê pêşketin û serketina wê projeyê ne pêkan e. Rêber Apo ji aliyê xwe ve, dîsa tevgera me jî ji aliyê xwe ve bi Rêber Apo re ji bo pêşxistina civaka demokratîk bi berpirsyarî tevgeriya. Me gavên pêwîst avêt. Êdî Rêber Apo divê di şert û mercên azad de xebat bimeşîne. Her kes divê ji bo vê têbikoşe. Li ser vî bingehî ez car din Komploya 15’ê Sibatê şermezar dikim, hêrs û nefreta xwe tînim ziman.”













