Enqere – Şanoger Zelal Angay a ku li Navenda Çanda Anatoliyayê perwerdehiya şanoya Kurdî dide têkildarî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê diyar kir ku nefermîbûna zimanê Kurdî bandoreke neyînî li ser hunera Kurdî jî dike û xwest ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.
Rêxistina Çand, Perwerde û Zanîstê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 17ê Mijdara 1999an de 21ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê îlan kir. UNESCOyê ji bo balê bikşîne ser bîranîna xwendekarên Bengladeşê ku ji bo mafê xwe yê zimanê dayikê dema çalakî li dar xistin jiyana xwe ji dest dan, wê rojê weke Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê îlan kir. Ev roj taybet ji bo gelên bindest ku zimanê wan qedexe ye rojeke girîng û taybet e. Gelê Kurd jî weke her sal îsal jî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê di bin polîtikayên bişaftinê ya dewletê de pêşwazî dike.
Ji ber zext û polîtikayên bişaftinê yên dewletê, gelê Kurd ji bo ziman û çanda xwe winda nekê têdikoşê. Ji bo parastina ziman û çanda Kurdî gelek sazî û dezgehên çand û zimanî hatine avakirin. Yek ji van navendan jî Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê ku sala par li Enqereyê ava bû.
Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê li Enqereyê xebatên perwerdehiya, muzîk, şano, wênesazî û ji bo zarokan jî dersên taybet dide. Şanoger Zelal Angay ku li navendê dersên şanoyê dide bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê axivî.

‘Her ziman mîrateyeke û divê bê parastin’
Zelal Angay diyar kir ku ji ber qedexeyên li ser zimanê Kurdî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê ji bo wan xwedî rojeke taybet e û wiha got: “Bi hewldan û têkoşîna gelê Kurd ziman hinek li pêş ket lê hê jî weke zimanekî fermî nayê qebûlkirin. Ji bo wê jî ev roj ji bo me xwedî girîngiyeke mezin e. Vê rojê em deng û daxwaza xwe ya statuya zimanê Kurdî li qadan bang dikin. Em bi xwe bi derfetên kêm hewl didin nehêlin zimanê me bihele. Li cîhanê gelek ziman ji holê rabûnê. Her zimanek mîrateya mirovahiyeyê. Ji bo parastina mîrateya mirovahiyeyê divê hemû ziman werin parastin. Zimanê Kurdî jî weke hemû zimanan mîrateya mirovahiyeyê û divê were parastin.”
‘Li gorî derfetên xwe hunera Kurdî li pêş dixin’
Zelal Angay anî ziman ku li dijî qedexeya li ser Kurdî ew bi derfetên xwe hewl didin çand û hunera Kurdî biparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo zimanek zindî be divê li her qadên jiyanî were bikaranîn. Ji ber ku ji aliyê fermî ve xebatên Kurdî tune ye em bi derfetên xwe xebatan pêşdixînin. Li vir jî em xebatên çand û hunera Kurdî dikin. Heke zimanek ji aliyê çand û hunerê ve neyê bikaranîn di pêşerojê de winda dibe. Ji bo wê jî xebatên çand û hunera Kurdî gelekî girîng e. Li Enqereyê em bi hewldanên takekesî xebatên hunerî dikin. Kurdî herçiqas ji aliyê fermî ve hatibe qedexekirin jî ji aliyê çand û hunerê ve zimanekî dewlemendê. Armanca me jî ew ê ku vê dewlemendiya Kurdî bi rêya hunerê ferî hemû kesan bikin. Divê bi rêya hunerê em zimanê xwe ji her derê bidin fêrkirin û naskirin. Bi vî awayî taybet nîfşên nû, ciwanên me bizanibin ku zimanê me jî bi têra xwe ye û dikarin bi vî zimanî her cureya hunerê bikarbînin.”
‘Nefermîbûna Kurdî bandoreke neyînî li ser hunerê jî dike’
Zelal Angay destnîşan kir ku ji ber nefermîbûna zimanê Kurdî bandoreke neyînî li ser hunera Kurdî jî dike û got: “Mixabin ji ber zextên li ser zimanê Kurdî sê lingên bingehîn ên şanoyê kêm dimînin, şanoger, eywan û temaşevan di Kurdî lawaz dimînin. Berhemên niviskî kêm in. Lê tevî hemû astengî û qedexeyan jî şanoya Kurdî her sal li pêş dikeve. Gelek komên şanoyên Kurdî li çar aliyên Kurdistanê li ser şanoya Kurdî dixebitin. Ez bawerim ev hewldan berdewam bike şanoya Kurdî dê bêtir bi pêş ve biçe. Em ê berhemên xwe, lîstikvanên xwe xwe bi xwe biafirînin û em ê temaşevanên şanoya Kurdî jî zêdetir bikin. Bi xebatên me ev dê çêbibe. Lê astengiya li ser çanda Kurdî jî bandoreke neyînî dike. Divê ev astengî êdî rabin.”
‘Divê em li benda qanûnên dewletê nesekinin’
Zelal Angay ji bo parastina zimanê Kurdî ev bang li gel kir: “Divê malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Em li benda qanûnên dewletê bimînin dê pir dem winda bikin. Ji bo zimanê me di jiyana rojanê de bijî divê di serî de em bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Zimanê me zimanekî dewlemendê û têra hertiştî dike. Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Em hevî dikin ew pêvajo jî bi awayekî serkêftî encam bigirê û mafên neteweyî yên weke ziman û çandê ya Kurdî pêk were. Di dibistanan de zimanê Kurdî weke dersên hilbijartî tê dayîn Ji bo zimanekî dersa hilbijartî têr nake û ev ne gaveke baş e. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî. Lê heta ev qanûn pêk werin divê malbat zarokên xwe bibin saziyên ziman û çandê û wan ferî ziman û çandê bikin.”












