• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Li baregeha Koalîsyonê Navneteweyî ya Hesekê dronek hate xistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Li baregeha Koalîsyonê Navneteweyî ya Hesekê dronek hate xistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Amedsporê ji bo sezona nû formayên xwe da nasîn

Amed / AW

5 TÎRMEH 2025 - 15:15
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Rêveberiya Amedsporê civîna ewil a şêwra bi çapemeniyê re li dar xist û formayên sezona nû dan nasîn. Di civînê hat gotin ku amadekariyên wan sezona nû berdewam dikin û dê hewl bidin ku tîma wan bibe tîma serkeftî ya sezonê.

Amedspor di Lîga 1emîn de têkoşîna xwe dê bidomîne. Rêveberiya Amedsporê bi çapemeniyê re civîna şêwrê li dar xist û ji bo sezona nû ya pêşiya me formayên xwe da nasîn. Serokê Amedsporê Burç Baysal û rêveberên Amedsporê beşdarî civînê bûn. Civîn li avahiya Navenda Gastronomî ya Amedê hat  lidarxistin. Amedsporê ewilî ji bo rojnamevanan firavîn amade kir û piştre jî civîna çapemeniyê li dar xist.

‘Amadekariyên me berdewam dikin’

Sekreterê Giştî yê Amedsporê Farûk Korkmaz ewilî derbarê civîna şêwrê de agahî dan û bi xêrhatina rojnamevanan kir. Korkmaz anî ziman ku wan biryar girtiye ji du sê hefteyan carekê bi çapemeniyê re civîna şêwrê li dar bixin. Korkmaz wiha got: “Em hemû xebatên xwe yên teknîkî berdewam dikin. Xebatên me bê navber berdewam dikin. Em xwe ji bo sezoana pêşiya me amade dikin. Niha  futbolîstên me li kampa Erzriomê ne û amadekariyên xwe yên ji bo serdama bê berdewam dikin. Teknîkdîrektorê me di warê birêvebirina futbolîstan de xebatên xwe didomîne.”

‘Tîma me ya jinan girîng e’

Alîkara Serokê Amedsporê ya ji Tîma Jinan Berpirsiyar Semra Arslan jî axivî û derheqê tîma jinan de agahî dan û got: “Tîma me ya jinan pêşketinê pêk tîne. Ev me kêfxweş dike. Armanca me ew e ku em li ser navê Amedê tîma me ya jinan futbolek baş û xweşik li dar bixe. Em bi girîngiyek mezin li tîma Amedsporê ya jinan dinêrin. Em amadekariya sezoana nû dikin. Dema plansaziya me qediya em ê dîsa agahdarî bidin. Tîma me ya jinan jî dê biçe kampê. Cara ewil e ku tîma me ya jinan dê bikeve kampê.”

‘Meyla Amedsporê li ser aştiyê ye’

Alîkara Serokê Amedsporê Şeyda Aslantaş jî axivî û diyar kir ku wan beriya kongreya xwe komxebatek li dar xist û piştre kongreya xwe li dar xistin e û wiha got: “Me bi van xebatan xwest em xeta polîtîk a Amedsporê xêz bikin û derxin holê. Amespor di warê mîsyonê de ew e ku têgihiştinek aştiyane û civakî derxe holê. Hedefa wê hembêzkirina her kesî ye û yekbûna futbolê û civakê ye. Amedspor xwedî nêrinek û vîzyonek wisa ye. Meyla Amedsporê li ser aştiyê û yekitiyê ye. Em binesaziya tîma xwe pêk tînin. Hemû amadekariyên me berdewam dikin.  Hemû futbolîstên li herêmê dikarin bên Amedê û xwe di tîma jinan de bibînin. Em ê lîstikvanên nû bigirin. Amadekariyên me di vî warî de berdewam dikin. Ji bo em lîstikvanên nû bigirin tîma xwe xebat û hevdîtinên me didomin.

Em cemaetek bi nirx û sekna xwe tên zanîn. Ez bang li hemû grûbên alîgiran dikim ku bi her awayî û seknek aştiyane xwedî li tîma xwe derkevin. Em dirûşmên ku li gorî sekn û nirxên Amedsporê ne, berz bikin û xwe wisa ji bo maçan amade bikin.

Em daxwaz dikin ku hemû rojnameger jî li ser esasên rast û agahiyên rast parve bikin û bikin nûçe. Deriyên me heta dawiyê ji rojnamegeran re vekirî ye ku em agahiyên rast bidin wan. Xwesteka me ew e ku em bi hesasiyetek mezin nûçe bên çêkirin.”

Baysal: Em dixwazin serkeftinê nîşan bidin

Serokê Amedsporê Burç Baysal jî di dawiyê de axivî û ev yek anîn ziman: “Em civîna xwe ya ewil a sezona xwe ya nû li dar dixin. Xebata me ya ewil em bibin sazîbûn. Em di nava xebatek hûr û kûr de ne. Armanca me ew e ku em nîv milyon ciwanên vî bajarê bala wan bidin ser xebatên sporê. Ev jî misyona me ye. Em dixwazin kesên rasteqîn bigihîninê û dixwazin ku wan ji kûrmên wan bidin dûrkirin. Em li ser îdarekirina aborî ya Amedsporê dixebitin. Dixwazin budçeyek klûba xwe çêkin ku dikaribe xwe îdare bike û li ser lingan bigire.

Tîma me ya jinan mînakek şênber û bênavber xebatan didomîn e. Tîma me ya jinan ji aliyê rêveberên me yên jin ve tê birêvebirin. Cara ewil dê tîma me ya jinan biçe kampê.

Em du otobusên nû li filoya xwe zêde dikin. Em bi TFFê re di nava têkiliyên cidî de ne û danûstandinên me yên li gel TFFê berdewam dikin.

Wê sîstema me ya bilêtan li ser passolîgê berdewam bike. Me peymana xwe bi passolîgê re çêkir. Me peymana du salan çêkiriye. Em bang li her kesî dikin ku passolîgên xwe nû bikin û nû bibin endam. Em ê hefteyên pêşiya xwe bilêtên kombîne jî ragihînin.

Di warê sponsoriyê de hê bi tu kesî re peymanek çênebûye. Em dixwazin sponsoriyek ku layîqî Amedsporê be bijêrin.

5 heb formayên tîma futbolîstên zilam hatin bijartin. Wê futbolîstên me di vê sezona nû de bi van formayan bilîzin.

Em di serdemek ku transeferên zelal pêk bînin de derbas dibin. Em dixwazin di nava grûba me ya 11 futbolîstên ewil de kesên profesyonel hebin. Em dixwazin tîmek serkeftî amade bikin ku serkeftinê bîne. Her qirûşek em li ser vê tîmê bidin pereyê vî gelî ye û divê her kes wisa nêzî tîma xwe bibe. Em bi îdiayên mezin dest bi sezonê dikin.

Em dibêjin em ê maç û lîstikên ku kêfê bide alîgirên me yên çar aliyên cîhanê bilîzin û serkeftinê nîşan bidin. Li stadê xebat berdewam dikin. Li gorî dîroka ku ji me re ragihandine dê amade be. Wê heta 8ê Tebaxê amade be.”

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Danasîna formayên sezona nû

Di dawiya civînê de 5 formayên sezona 2025-2026an ji rengên kesk, sor, zer, spî û reş pêk tên danasîna wan hat kirin. Dê vê sezona pêşiyê lîstikvan bi van forman bilîzin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

13 ADAR 2026
Îsraîlê li Tehranê baregeha Besîc bombebaran kir

Îsraîlê li Tehranê baregeha Besîc bombebaran kir

12 ADAR 2026
Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

12 ADAR 2026
Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

12 ADAR 2026
Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

12 ADAR 2026
Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

Li baregeha Koalîsyonê Navneteweyî ya Hesekê dronek hate xistin

12 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Salih Muslim jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê yê salên 90î: Gelo ev der ku der e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Salih Muslim, dengê rasteqîn ê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Salih Muslim peyamên sersaxiyê hatin weşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşegul Dogan: Şandeyeke DEM Partiyê dê tevlî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Ebexê: Bila Newroza îsal bibe wesîleya azadî û aştiyeke mayînde

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (479)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne