• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çavên Kurdan li serkeftina Amedsporê ye: Armanc Super Lîg e

Amed / AW

14 NÎSAN 2026 - 10:54
Kategorî: MANŞET, SPOR
A A
Amedspor di rêya şampiyoniyê de bi piştgiriyeke mezin a gel heye. Alîgirên ku ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo maçê herikîn Amedê, diyar kirin ku serkeftina Amedsporê ne tenê serkeftina tîmekê ye, di heman demê de serkeftina vîna gel e.

 

Stadyuma Amedê bû şahidê coş û kelecana deh hezaran. Alîgirên ku ji bo maça girîng a Amedsporê hatibûn cem hev, daxwaza xwe ya ji bo derketina Super Lîgê bi yek dengî qêriyan. Di nav girseya ku nêzî 35 hezar kesî bû de, ji Midyadê heta Antalyayê, ji Êlihê heta gelek bajarên din welatî hebûn.

‘Ev tîm dilê me ye’

Hamza Komlekçî bal kişand ser qerebalixiya bajêr û got: “Roja maça Amedsporê, ji gelek bajaran mirov tên vir. Divê Amedspor vê maçê qezenc bike û bibe şampiyon. 35 hezar kes ji bo serkeftinê hatine maçê; divê Amedspor ji bo piştgirên xwe derkeve Super Lîgê.”

‘Emê navê wê bilind bikin’

Seyît Yakut jî da zanîn ku ew tu carî tîma xwe bi tenê nahêlin û ev tişt gotin: “Em hemû gel piştgirên Amedsporê ne. Em tîma xwe digirin û bernadin. Serkeftina wê serkeftina me ye. Înşallah em ê navê wê bilind bikin.”

Ji Antalyayê heya Batmanê piştgirî

Yek ji piştgirên ku ji dûr ve hatiye, Derman Kahraman e. Kahraman hestên xwe wiha anî ziman: “Ez ji bo serkeftina Amedsporê ji Antalyayê hatime. Em piştgirên vê tîmê ne û em serkeftina tîma hemû Kurd û Kurdistanê dixwazin.”

‘Morala gelê me bilind kide’

Ji bajarê Êlihê jî gelek kes ji bo Amedsporê li qadan bûn. Adnan Tekeş diyar kir ku serkeftina tîmên herêmê morale miletê bilind dike û got: “Batmanspor derket lîga 1’emîn, înşallah Amedspor jî derkeve Superlîgê. Ev serkeftin ji bo welatê me û gelê me yeke girîng e.” Ahmet Gûltekîn jî heman daxwaz dubare kir û destnîşan kir ku ew ji Êlihê tenê ji bo serkeftina Amedsporê hatine.

‘Em dixwazin bibêjin em jî hene’

Di nav piştgiran de jin û ciwan jî bi roleke çalak cihê xwe girtin. Piştgirên ku bi navê Nur Mîna Porsuk bal kişand ser serkeftina Amedsporê û wiha domand: “Em ji bo serkeftina tîma xwe çi ji destê me tê dikin. Armanca me îsal Superlîg e.”

‘Ji bo em jî xuya bikin’

Arzu Aflatun jî ji bo serkeftina Amedsporê daxwaziya xwe wiha anî ziman: “Amedspor can û dilê me ye. Em dixwazin tîma me bi hêz bibe û derkeve astên herî bilind.” Evîn Akgûl bal kişand ser îradeya hebûnê û wiha got: “Em dixwazin Amedspor serbikeve da ku em jî xuya bikin û bibêjin em jî hene.”

Serkeftina Amedsporê ‘serhildana gel e’

Adem Aslan ku ji Midyadê hatiye, wiha bal kişand ser nasnameya tîmê: “Serkeftina Amedsporê, serkeftina hemû gelê me ye. Ew tîma hemû Kurdan e.” Sûreyya Ezel bal kişand ser girîngiya civakî ya vê serkeftinê û got: “Nêzîkî 35 hezar kes li vir in. Çavên hemû gel li ser Amedê ye. Em hêvî dikin ku ev serkeftin bibe mîna serhildanekî (moralekî) ji bo hemû gelê me.”

Ersîn Rençber jî baweriya xwe ya tîmê wiha anî ziman: “Em ji tîma xwe bawer in. Em dixwazin Amedspor di Superlîgê de li dijî tîmên Tirkiyeyê bilîze. Em her tim li pişt tîma xwe ne.”

Etîket: Adem AslanAhmet GûltekînAmedsporArzu AflatunDerman KahramanErsîn RençberHamza KomlekçîSeyît Yakut
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amedspor merasimê kupa bi şayî pîroz keno

Amedspor dê di 1ê Hezîranê de kongreya xwe li dar bixe

12 GULAN 2026
Bi sed hezaran serkeftina Amedsporê pîroz kir

Bi sed hezaran serkeftina Amedsporê pîroz kir

10 GULAN 2026
Tîma basketbolê ya Amedsporê jî derket Lîga Super

Tîma basketbolê ya Amedsporê jî derket Lîga Super

7 GULAN 2026
Ceza li pîrozbahiya serkeftina Amedsporê hate birîn!

Ceza li pîrozbahiya serkeftina Amedsporê hate birîn!

6 GULAN 2026
Hevdîtina jinan bi konsera Neslîhan Edîş bi dawî bû

Hevdîtina jinan bi konsera Neslîhan Edîş bi dawî bû

3 GULAN 2026
‘Em bi berxwedan û sebrê hatin vê encamê’

‘Em bi berxwedan û sebrê hatin vê encamê’

3 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (409)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne