• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

    Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

    Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

    Denîz Yusuf û Huseyîn li Îzmîrê hatin bibîranîn

    Denîz Yusuf û Huseyîn li Îzmîrê hatin bibîranîn

    ‘Kê kujerê Hakan Tosûn diparêze?’

    ‘Kê kujerê Hakan Tosûn diparêze?’

    Sînan Bulbul piştî 32 salan hate berdan

    Sînan Bulbul piştî 32 salan hate berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

    Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

    Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

    Denîz Yusuf û Huseyîn li Îzmîrê hatin bibîranîn

    Denîz Yusuf û Huseyîn li Îzmîrê hatin bibîranîn

    ‘Kê kujerê Hakan Tosûn diparêze?’

    ‘Kê kujerê Hakan Tosûn diparêze?’

    Sînan Bulbul piştî 32 salan hate berdan

    Sînan Bulbul piştî 32 salan hate berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji ber xemsariyê û rantê 2 sal in germav girtî ye

Mahmût Altintaş / AW

25 HEZÎRAN 2025 - 08:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Şaredariya Elkê ku di destê AKPê de ye, 2 sal in îhaleya Germava Zumrutê ya Elkê girtiye û deriyê wê ji xizmeta gel re girtiye. Şaredarê Elkê yê AKPî Habîp Aşan û hevkarê wî Azîz Yalçin bi 15 milyon TL îhale girtibûn. 2 sal in gel nikare biçe germavê.

Germava Zumrutê ya li navçeya Elkê ya Şirnexê hem ji aliyê tenduristiyê ve hem jî ji aliyê aboriya navçeyê ve xwedî cihekî girîng e. Germava Zumrutê di demsalên zivistanê de jî dema hewa -15 derece be germa wê 24 derece ne. Ji ber wê jî xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî ye. Ji ber vê taybetmendiyê jî ji gelek nexweşiyan re şîfa ye. Berê gelek ji Kurdisatnê û derveyî welat dihatin germavê û ev yek jî ji bo aboriya navçeyê girîng bû.

Di sala 2020an de Walîtiya Şirnexê û Îdareya Taybet a Bajarê Şirnexê ji bo germavê projeyek derxistin. Ajansa Pêşketina Dîcleyê (DÎKA) jî 4,6 milyar ji bo projeyê veqetand. Proje ji aliyê Şeredariya Elkê, DÎKA û Îdareya Taybet a Bajar ve ve dest pê kir. Di nav projeyê de 26 daîre, 4 hewz û tesîsên civakî hebûn. Lê proje piştî ku ji sedî 70 wê temam bû hat sekinandin. Di sala 2023yan de tevî ku proje hê neqediyayê jî ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve germavê derxistin ber îhaleyê. Îhale ji aliyê Serokê Şeredariya AKPê yê Elkê Habîp Aşan û hevkarê wî Azîz Yalçin ve bi 15 milyon lîreyê Tirk hat girtin.

Germav ji sala 2023yan vir ve girtî ye

Piştî ku îhaleya wê Serokê Şeredariya Elkê yê AKPê û hevkarê xwe wergirtin jî ji welatiyan re nehat vekirin. Germava bêheq niha girtî ye û welatî nikarin biçin bikevinê. Projeya çêkirina germavê hê jî neqediyaye. Niha çêkirina wê jî hatiye sekinandin û ne diyar e ku dê kengê dest pê bike. Tê gotin heke germav were vekirin jî dê êdî bi heq be û welatî nikarin belaş biçinê. Tevî ku welatiyên herême li dijî vê yekê gelek serlêdan kirin jî serlêdanên wan bê bersiv man. Welatiyên herêmê li dijî desteserkirina germavê bi gilî, gazin û hêrs in.

‘Em dixwazin tavilê germava me were vekirin’

Hacî Acar ê ji gundê Geliyê Gewda ku li nezî germave ye, diyar kir ku berê ji gelek bajaran welatî dihatin germavê û germav bê pere bû. Haci Acar bertek nîşanî girtina germavê da û wiha got: “Ev germava me ji bo gelek nexweşîyan baş e, şîfa ye. Em dibêjin bila yan germava me ji vî halî derxin an jî bila xera bikin, yanî bila gavek beriya gavekê ji xizmetê re were vekirin. Berê ji her derê Kurdistanê xelk dihat germavê û ji derveyî welat jî dihatin. Em wek xelkê gund ji bo çênekirina germavê bi hêrs û aciz in. Gotin em ê xweştir bikin lê xirabtir kirin. Daxwaza me ew e ku germava me careke din bê vekirin û weke berê milet bêpere ji germavê sûdê werbigire.”

Etîket: ElkêgermavGermava ZumrutêŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

24 NÎSAN 2026
Taziyeya Cudî Feraşîn bi girseyî hate ziyaret kirin

Taziyeya Cudî Feraşîn bi girseyî hate ziyaret kirin

5 NÎSAN 2026
Newroza Elkê: Ev agir dê heta serketinê geş be

Newroza Elkê: Ev agir dê heta serketinê geş be

26 ADAR 2026
Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

25 ADAR 2026
Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

20 ADAR 2026
Li Agirî, Şirnex û Stenbolê serdana goristanan dom kir

Li Agirî, Şirnex û Stenbolê serdana goristanan dom kir

20 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

    Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Qiymeta pincara me nayê zanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Agirê şoreşê venamire: Denîz, Yusuf û Huseyîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezgîn Tanrikulu: Divê desthilat qanûnan amade bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceza li pîrozbahiya serkeftina Amedsporê hate birîn!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê amadekariya Cejna Zimanê Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sevîm Bîçîcî: Em ê yekîtiya neteweyî kolan bi kolan ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Amedî: Aştî bi vîna gel û Rêbertiya wê pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (151)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne