• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şandeya Brîtanî li Rojava serdana PYNKe kir

Navenda Nûçeyan /AW

26 SIBAT 2025 - 19:44
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şandeya Brîtanî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzecivînan pêk tîne, serdana nûnerên pêkhate, bawerî, mezheb û olên li herêmê ki.

Şandeya Brîtanî rêzecivînên xwe li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Şandeyê serdana Meclisa Ol û Baweriyan û PYNKê kir. Şande ji parlamenter û nûnerên partiyên siyasî yên Brîtanî pêk tê. Di şandeyê de şaredarê bajarokê Madison Township, şêwirmend Martin Round, şêwirmend û cîgira serokê koma karkeran a meclisa kantona Kent Dr. Karen Constantine, serokê berê yê kongreya sendîqayên karkeran Roger Lyon, gerînendeyê şîrketa Mid Kent a firînê Jasmine Capella pêk hat.

Şandeyê serdana dêra Suryan Katolîk a li Qamişloyê kir û li wir bi nûnerên ji ol, bawerî û mezhebên cihêreng, pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan, Elewî, Êzidî û Zerdeştiyan re civiyan. Şandeya kêfxweşiya xwe têkildarî serdana ji herêmê re anî ziman û got: “Em li vir in ku destek û alîkariyê ji we re pêşkêş bikin, dengê we bigihînin gel û hikumeta me da ku mafên etnîk û olan di destûrê de misoger bikin.”

Li aliyekî din jî pêkhate, entnîk û olên li herêmê metirsiyên xwe ji desthilata veguhêz a li Şamê re anîn ziman û gotin: “Rejîma berê xwe dubare dike, li gel me metirsî li ser desthilata nû ku cil û rengê xwe guhertine, heye. Ew nikarin Sûriyeyê bi rê ve bibin, pêkhate, ol û baweriyên li Sûriyeyê nikarin bi azadî bijîn.”

Nûnerên ji elewiyan jî got: “Rejîma berê xwe elewî bibin sotemeniya wê, lê rastî jî ew e ku em di rewşeke aborî ya dijwar de dijîn û tu projeyeke aborî li beravê nehat kirin.”

Nûnerên xiristiyanan jî got: “Xiristiyan di Sûriyeyê de hêmana resen û bingehîn e û tên bidûrxistin. Ji ber wê em, bikaranîna me, weke kêmnetewe di Sûriyeyê de qebûl nakin. Mafên me jî hene û bangawazên azadî û aştiyê ne.”

Nûnerên ji ola êzidî jî got: “Di dirêjahiya dîrokê de li ser êzidiyan siyasetên qirkirina komî hat meşandin. Li Sûriyeyê jî hatin paşguhkirin. Tu taybetmendiyeke mezin di Sûriyeyê de tune bû, em wek îslam dihatin hesibandin. Ji lew re metirsiyên me jî ji desthilata veguhêz a nû heye.”

Keşîşê Dêra Suryan Katolîk a Qamişloyê Yûsif Asî jî wiha got: “Desthilata nû, tolê ji her kesê ku bi rejîma berê re bû tolê hiltîne. Wan serê me bi diyaloga ji bo danîna destûrê de gêj kiribûn. Di dawiyê de jî wek xwe kirine. Çi rizgar kirine, li Idlibê bi deh hezaran welatî di girtîgehan de ne.”

Piştî şandeyê li pêkhateyên herêmê û etnîkên wê guhdarî kir, şandeyê serdana PYNKê kir.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif, Sekreterê Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyeyê (Partî) Nesrendîn Îbrahîm û sekreterê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyeyê Mihemed Mûsa, pêşwaziya şandeya Brîtanî kir.

Şandeyê sedem û armancên serdana xwe ji Rojava re şîrove kirin û dûre civîn girtî li pêş dezgehên ragihandinê dewam kir.

Etîket: bawerîBritanîÊzidîolşandesuryanî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

Dosye – 4: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
Qirkirin, înkar û bişaftin: Çi bi serê Sûryaniyên li vî welatî hat?

25 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

20 HEZÎRAN 2026
Ji 79 saziyên Êzidiyan hişyariya ‘projeyên GESê’ destwerdana li xaka pîroz e

Ji 79 saziyên Êzidiyan hişyariya ‘projeyên GESê’ destwerdana li xaka pîroz e

28 GULAN 2026
Encamnameya kongreya TAJÊ: Em ê bi sîstema komînan demokrasiyeke radîkal ava bikin

Encamnameya kongreya TAJÊ: Em ê bi sîstema komînan demokrasiyeke radîkal ava bikin

19 GULAN 2026
Li Amedê bi hezaran kes li banga Abdullah Ocalan guhdar kirin

SAMER: Civak ‘pêvajoya’ red nake lê dixwaze bawer bike

18 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wanî: Keştiya Serokatî bi bawer e û li benda gel e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (790)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne