Rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Sêrtê li qada Newrozê ya bajêr bi meşaleya meşiyan û agirê Newrozê vêxistin.
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Sêrtê li qada Newrozê ya bajêr bi boneya hatina Newrozê bi meşaleyan meşiyan û agirê Newrozê vêxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevserokên DEM Partî û DBPê û endam û rêveberên herdu partiyan û ji gel gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Girseya ku li wir amade bû ji pêşiya qadê heta nava bi meşaleyan meşiyan. Girseyê bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Girseya ku gihîşt qadê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin. Piştî rêzgirtinê bi berzkirina agirê Newrozê vêxistin.
‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Kenan Bîlge di pîrozbahiyê de axivî û got: “Me agirê yekem ê Newroza Sêrtê vêxist. Em bi vê wesîleyê Newroza gelê xwe pîroz dikim. Ev Newroz a aştiyê û yekîtiya gelê Kurd e. Em dibêjin bila gelê Kurd roja Newrozê her kes li qadan be. Divê em yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan.”
‘Em ê li ser rêya wî berdewam bikin’
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî axivî û got: “Em îro li vê qadê bi kelecanî Cejna Newrozê pîroz dikin. Di heman demê de ji ber ku me pêşengekî gelê Kurd û nirxekî qedirbilin û rêhevalê serokatiyê winda kir, em pir bi xemgîn in. Em bavê Ş. Welat rêzdar Salih Muslim bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber keda wî ditewînin. Em li vir soz didin em ê li ser rêya wî berdewam bikin.”
Pîrozbahî bi gerandin govendê û bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.













