Li navçeya Misircê ya Sêrtê bi awayekî girseyî Newroz hate pîrozkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Saritaş Erdogan destnîşan kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û got: “Em hêvî dikin ku Newroza 2026an bibe Newroza azadiya gelê Kurd.”
Li navçeya Misircê ya Sêrtê bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li Qada Komurê bi awayekî girseyî agirê Newrozê hate vêxistin û Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevşaredarên navend û navçeyên Sêrtê, endam û rêveberên partiyên siyasî û endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî gelek kes tev li pîrozbahiya Newrozê bûn û qad tijî kirin. Her wiha kesên li qadê govendê gerandin bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Jinan”, “Bijî Newroz” , “Bijî Jin” û “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin.
Di bernameya Newrozê de ewilî endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur Laleş Bîçîmlî axivî. Laleş Bîçîmlî ji bo Salîh Muslim sersaxî xwest û got: “Yekîtî ji me re derman e. Birîneke me heye û ew jî Kurdistan e. Divê em bi destên xwe bi ser bixînin û Kurdistanê azad bikin. Yekitî dermanê me ye. Em dizanin ku Newroz Newroza Mazluman e. Newroz bû cejna berxwedan û yekîtiyê. Zilma dehaqan bin pê kirin û bi ser ketin. Em dibêjin em ê jî bi ser bikevin. Ax, çand, ziman, muzîk û cesareta me jî heye. Em ê aştiyê bînin li ser vê axê. Hêza jinê gelek e û xurt e. Heval û jinên me, heta zarokên me yên berxwedêr werin em yekîtiya xwe bikin yek da ku em bi ser kevin. Bijî Newroz.”
‘Divê em pêvajoyê li pêş bixin’
Dû re Serokê DDKDê Abdulhalîm Îpek jî wiha got: “Îro sersala Kurdan e, divê em pêvajoyê li pêş bixin û da ku em ji pêvajoyê re bibin alîkar, her wiha me çawa piştgirî da Rojava û ji niha pê ve jî divê em piştgiriyê bidin Rojhilat jî. Ez careke din dîsa Newroza we pîroz dikim.”
‘Newroza îsal gelek girîng e û wateya wê cuda ye’
Hevşaredarên Misircê Sadiye Aktîn û Alî Riza Bîngol jî bi hev re derketin ser dike û Newroza hemû gelan pîroz kirin. Alî Riza Bîngol bi kurtasî axivî û wiha got: “Newroza îsal gelek girîng e û wateya wê cuda ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek şandiye û got ku ‘ne bi tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên cihanê pêvajoyek girîng e’.”
‘Newroz berxwedan, serhildan û têkoşîn e’
Piştre Parlamentera DEM Partiyê yê Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurd ne bi tenê pêşwaziya biharê ye û wiha got: “Ji bo me berxwedan, serhildan, Mazlum, Rehşan û têkoşîn e. Em Newrozê pîroz dikin. Ji aliyekê ve jî em xemgîn in. Endamê Konseya PYDê Salîh Muslim jiyana xwe ji dest daye. Em çixwasî pesnê wî bidin hindik e û wê hindik bimîne. Ji bo azadî û jiyaneke bistatû xwe fedayê gelê xwe kir. Em bi hesret û minet bejna xwe li ber wî ditewînin. Em ê li pey doz û heqîqeta wî bin û em ê vê têkoşîna ku hatiye vê qonaxê mezin bikin. Oxir be bavê Welat. Em xemgîniyek dinê jî dîjîn. Rojnameger Osman Kiliç (Heval Gundî) jî me îro oxir kir. Wî di sirgûniyê de jî li ser şopa heqîqetê kedeke mezin da. Ji salên 90î û vir ve ji bo heqîqeta gelê me bi paş ve gav neavêt û rastiyê ragihand. Em bejna xwe li ber wî ditewînin.”
‘Desthilatdarên ku qaşo qala azadiyê dikin êrişî Kurdan dikin’
Sabahat Erdogan Saritaş di domdarî diyar kir ku Kawayê Hesinkar çawa li hember Dehaqan têkoşiya, îro Mazlûm û Reşhanan jî bedena xwe da ber agir û wiha pêde çû: “Gelê Kurd baran û berfê guhdar nake û her sal li qadê cihê xwe digire. Îsal newroz xwedî cihekî girîng e, ji ber ku pêvajoya destpêkiriye. Îro hemû qad ji bo me qadên azadiyê ne. Hemû êrîş li ser erdnîgariya Kurdistanê de pêk hatiye. Desthilatdariyên ku êrîşên Rojhilata Navîn dikin ji bo berjewendiyên xwe îro êrişî Rojhilat jî dikin. Desthilatdarên ku qaşo qala azadiyê dikin êrişî Kurdan dikin.”
‘Em hêvî dikin ku Newroza 2026an bibe Newroza azadiya Gelê Kurd’
Sabahat Erdogan Saritaş diyar kir ku rêya gelê Kurd rêya sêyemîn e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi nexşerêya pîroz a bangawaziya 27ê Sibatê ya Birêz Ocalan re em ketin qonaxeke nû. Em ê bi vê biryariyê bimeşin û em ê teqez dîsa bi ser kevin. Li ser me hemûyan tiştek ferz e. Rêya yekîtiyê li çar parçeyê cihanê û Kurdistanê derket holê û dîsa dem dema yekîtiyê ye. Em rêxistina xwe ava bikin û yekîtiya xwe xurt bikin. Rojek berî rojekê divê Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. Em bang hemû hevalên xwe dikin, azadî li pêşiya me ye. Ji bo azadî pêk were divê em vê paradîgmaya demokratîk li çar perçeyê Kurdistanê pêk bînin. Newroza Birêz Abdullah Ocalan pîroz be. Em hêvî dikin ku Newroza 2026an bibe Newroza azadiya Gelê Kurd.”
Pişt re agirê Newrozê bi coşeke mezin hat pêxistin û herî dawî hûnermend Hozan Cesîm derket ser dike û stran gotin. Newroz bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.


























