Parlamanetera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş di Newroz Dihê de axivî û got, “Em agirê Newrozê ji bo Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pêdixin, da ku êdî ew jî bigihêje azadiya xwe ya.”
Li navçeya Dihê ya Sêrtê bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” bi girseyî li qadê Newrozê pîroz kirin. Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredarên Sêrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî, Hevserokên DEM Partiyê û DBPê yên navend û navçeyê, TJA û gelek welatiyên navçeyê li qada Newrozê kom bûn. Her wiha kesên ku govend gerandin bênavber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
‘Gelê Kurd bi cîhanê da nasîn’
Parlamanetera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş ku di Newroza Dihê de axivî û got: “Em li Dihê ne, Çiyayê Çiravê şahidê ev vîna me ya azadiyê ye. Çiyayê Herekolê şahidê evîna me ya azadiyê aştiyê û herî zêde Botan şahid e. Em ê îro dîsa careke din agirê Nawrozê bilind bikin. Em dibêjin Newroza 2026an bibe azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan. Dihê di rol û misyona xwe ya di dîroka Kurdistanê de cihekî herî girîng e û qedir bilind e. Ew agirê ku li vir dest pê kir li tevahiya Kurdistanê belav bû. Gelê Kurd bi cîhanê da nasîn. Îro qonaxa ku em hatinê êdî qonaxa statuya gelê Kurd e. Agirê ku îro em li vir pêdixin wekî statuya gelê Kurd pêdixin. Em vî agirê Newrozê ji bo Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pêdixin, da ku êdî ew jî bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî û bi rol û misyona xwe pêşengtiya gelê Kurd bike. Em di qonaxeke pîroz û girîng de derbas dibin. Bi dehan sala ye, gelê Kurd bi rûmet li ber xwe dide. Hemû destkeftiyên xwe bi berxwedanê û bi berdelên giran girtiye. Herî zêde jî gelê Botanê vê yekê baş dizane. Herî zêde jî gelê Botanê xwedî li vê pêvajoyê derketiye. Yekîtiya ku li Kurdistanê derketiye holê divê êdî ew yekîtî vê statuyê misoger bike. Ev peywir erka me hemûyan e. Û bi vê yekê em hevalê me yê qedir bilind birêz Salih Muslim jî li vir bi bîr tînin û bejna xwe li ber ked û têkoşîna wî ditewînin. Em dibêjin rêya wî rêya me ye.”
Newroz bi gerandina govendê, tilîliyan û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.














