Cîgirê Serokê DYAyê JD Vance derbarê danûstandinên ku bi Îranê re tên plankirin de peyamên erênî da û got: “Heke Îran bi niyeteke baş ji danûstandinan re amade be em amade ne ku destê xwe dirêj bikin.”
Cîgirê Serokê DYAyê JD Vance diyar kir ku ew bi kelecan li benda danûstandinên bi Îranê re ye û got: “Em li benda van danûstandinan in, ez difikirim ku ew ê pir erênî derbas bibe.”
JD Vance beriya ku biçe Pakistanê ev tişt anî ziman: “Wekî ku Serok (Donald Trump) got, heke Îranî bi niyeteke baş danûstandinan qebûl bike, bê guman em amade ne ku destê xwe dirêjî wan bikin.”
Pêvajoya ku bi êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê di 28ê Sibatê de destpê kir, Îranê bi bersivdayinan û girtina Tengava Hurmuzê bandor li bazarên enerjiyê yên kûrewî jî kir.
Her çiqasî di navbera aliyan de nakokiyên berdewam dikin jî hat ragihandin ku DYA di serî de ji bo bernameya nukleerî û xebatên mûşekên balîstîk de daxwazên berfireh pêşkêş kir. Îranê jî dixwaz kir ku danekirin bên rakirin û operasyonên leşkerî li herêmê bi dawî bibin.
Pakistan navbeynkariya hevdîtinan dike û tê payîn ku têkiliyên dîplomatîk ên di navbera aliyan de di bin tedbîrên ewlehiyê de pêk werin.













