Hikûmeta Demkî ya Şamê li Edliyeya Hesekê tevî Kurdan tune hesiband û tabeleya Erebî û Îngîlîzî li Edliyeya Hesekê kir. Welatiyên ku bertek nîşanî tabeleya Kurdî lê nehatiye zêdekirin dan û tabele daxistin.
Hikûmeta Demkî ya Şamê li Edliyeya Hesekê îro tabeleya bi Erebî û Îngîlîzî daliqand. Welatiyên ku bertek nîşanî vê cihêkarî û tunehesibandina Kurdî dane, daketin kolanan û ber bi Edlîyeya Hesekê bi diruşman meşiyan.
Welatiyên ku bertek nîşanî tabeleya cihêkariya li dijî Kurdî hatiye daliqandin dan û tabela daxistin.
Bi tevlibûna gelek welatiyan ve çalakiyên xwepêşandanê didomin.













