Di çarçoveya 2yemîn Rojên Pirtûkan ên Erxeniyê de; panel, bernameyên xwendina helbestan û çalakiyên îmzekirina pirtûkan bi beşdariyeke xurt berdewam kirin. Di bernameya ku welatiyên ji bajarên derdorê jî tevlî bûn de, ji bo zarokan bername û dîwanên muzîkê jî hatin lidarxistin.
2yemîn Rojên Pirtûkan ên Erxeniyê yên ku bi hevkariya Şaredariya Erxeniyê ya Amedê, YEW-KURD û Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) hatine organîzekirin, bi dirûşmeya “Cîhan bi peyvan tê cem hev” di roja sêyemîn de didome. Ev bernameya ku di 7ê Gulanê de dest pê kir, her roj di saet 11.00an de dest pê dike û wê heta 10ê Gulanê dewam bike.

Di bernameya ku rastî eleqeyeke mezin hat de, li ser mijarên wekî “Bandora klûbên xwendina pirtûkan”, “Di wêjeyê de bêwarî”, “Dayika Sakîne: Emrê Dirêj Bextê Reş”, “Şahiya Helbestan”, “Berxwedan û Çand” û “Kemal Varol û Erxenî” gotûbêj û xwendina helbestan hatin lidarxistin. Her wiha gelek nivîskar bi xwînerên xwe re hatin cem hev û him çîrok û mijarên pirtûkên xwe bi xwîneran re parve kirin, him jî pirtûkên xwe îmze kirin.
Di bernameya ku ne tenê ji navçeyê, ji bajarên derdorê jî ji 7 heta 70 salî hemû beşên civakê bi awayekî xurt tevlî bûn de, li gel pêşandanên muzîkê di heman demê de ji bo zarokan jî çalakî hatin pêkanîn.
Rojên pirtûkan wê heta saet 19.30an berdewam bike.


















