• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirar bûn

    Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirar bûn

    Li Wanê konên ‘Zimanê Kurdî’ hatin vedan

    Li Wanê konên ‘Zimanê Kurdî’ hatin vedan

    MED-DERê bernameya zarokan li dar xist

    MED-DERê bernameya zarokan li dar xist

    Barzanî û Erdogan civiya: Geşedanên herêmê hatin nîqaşkirin

    Barzanî û Erdogan civiya: Geşedanên herêmê hatin nîqaşkirin

    Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

    Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

    ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan  ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

    ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan
    ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Beriya maçê civiyan: Ya ku qezenc bike gelê Kurd e

Amed / AW

9 GULAN 2026 - 16:26
Kategorî: MANŞET, SPOR
A A
Rêxistinên DEM Partiyê yên Mûşê û Mêrdînê bi boneya maça ku dê Mardin 1969 Spor û Mûşsporê li Amedê bilîzin, civînek li dar xistin û diyar kirin ku her du tîm jî tîmên Kurdistanê ne û destnîşan kirin ku yê qezenc bike gelê Kurd e.

Mardîn 1969 Spor û Mûşspor dê ji bo derketina Lîga 1emîn îro saet di 17:00an de li sehaya Tahîr Elçî ya Amedê bên hemberî hev. Rêxistinên DEM Partiyê yên Mûş û Mêrdînê beriya maçê li Çand Amedê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê civînek li dar xistin. Rêveberiyên Mardin 1969 Spor, Mûşspor, Amedspor û Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sakik, George Aslan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyim tayînî şûna wî hatiye kirin û rêxistinên DBPê û DEM Partiyê yên Amedê û gelek kes tev li civînê bûn.

‘Em ê werzîşa civakî pêş bixin’

Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê İlyas Aslan diyar kir ku dê tenê ne li ser skorekê hûr bibin û got: “Werzîş ji bo me bingeha herî mezin a aştiyê ye. Di maça îro de serkeftî em bi xwe ne. Ev maç dê piştgiriya di navbera gelan de nîşan bide. Li şûna têgihiştineke werzîşê ya endustriyel, em ê werzîşa civakî pêş bixin û biparêzin.”

‘Bila hevaltî qezenc bike’

Hevşaredarê Mûşê Sirri Soylemez, bi pîrozkirina şampiyoniya Amedsporê dest bi axaftina xwe kir û got: “Mardinspor an jî Muşspor qet ferq nake, yê ku qezenc bike dê gelê me be. Em ji bo her du tîman jî serkeftinê dixwazin û dibêjin bila hevaltî û rêhevaltî qezenc bike.”

‘Yê ku qezenc bike dê gel bi xwe be’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî dest nişan kir ku werzîş gelan nêzî hev dike û wiha got: “Îro li Amedê her kes bi coşeke mezin dibêje ku ‘Yê qezenc bike gelê me ye.’ Her du tîm jî tîmên Kurdistanê ne. Ji ber vê yekê, ya ku li me tê ew e ku em bi sîpanî û bi aramî heyecana vê maça xweş bijîn. Yê ku qezenc bike dê gel bixwe be.”

‘Em di navbera her du tîman de cudahiyê nakin’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik jî diyar kir ku Amedsporê bi serkeftina xwe ve ruhê yekîtiya neteweyî ya Kurdan derxist pêş û wiha axivî: “Îro em di navbera her du tîmên xwişk û bira de tu cudahiyê nakin. Her du jî tîmên me ne û em ê bi hev re temaşeyî vê pêşbaziyê bikin. Divê em li ser vê xakê yekîtiya xwe ava bikin. Bijî Amedspor, bijî Mûşspor, bijî Mêrdînspor!”

Etîket: Ahmet TurkMardin 1969 SporMuşsporSirri Sakik
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dema qeyimê Mêrdînê 2 mehên din jî hate dirêjkirin

Dema qeyimê Mêrdînê 2 mehên din jî hate dirêjkirin

2 GULAN 2026
Li Gimgimê bi deh hezaran kes peyam da: Em dev ji axa xwe bernadin

Li Gimgimê bi deh hezaran kes peyam da: Em dev ji axa xwe bernadin

24 NÎSAN 2026
Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

27 SIBAT 2026

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Abdullah Ocalan ji bo me çi dibêje? – 1

24 SIBAT 2026
Sirri Sakik: Têkoşîna li Rojava ji bo hemû mirovahiyê ye

Sirri Sakik: Têkoşîna li Rojava ji bo hemû mirovahiyê ye

2 SIBAT 2026
Xwest ku navên Kurdî yên cih û deveran paşde bên dayîn

Xwest ku navên Kurdî yên cih û deveran paşde bên dayîn

23 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zana Farqînî: Zimanê ku derbasî zarokan nebe, li ber mirinê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gundê Êlê 30 sal in qedexe ye: Em dixwazin qedexeya li ser gund bê rakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ziman ji bo nifşên nû mîrateya herî mezin e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê Komeleya Nûbiharê: Dema ku ziman tune bibe, gel jî tune dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (229)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne