Di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Çileyê de, heya niha ji her du aliyan hezar û 523 dîlgirtî hatin berdan. Li gorî agahiyan, hîna zêdetirî 200 dîlgirtî di girtîgehên hikûmeta demkî de ne.
Di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Çileyê de heya niha nêzî hezar û 32 dîlgirtiyên di girtîgehên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de hatin berdan, ji girtiyên hikûmetê yên ligel HSDê de jî 491 kes hatin berdan.
Koma çaremîn a dîlgirtiyên HSDê ku ji 232 kesan pêk dihat di 8ê Gulanê de hatin azadkirin.
Li gorî agahiyên berê ku ji hikûmetê û Rêveberiya Xweser hatine wergirtin, hîna jî di navbera 200-300 dîlgirtî di girtîgehên hikûmeta demkî de tên ragirtin.
Bi her pêngaveke serbestberdana dîlgirtiyan re komeke koçberên Efrînê vedigerin warê xwe. Çavkaniyek diyar kir ku bi vegera koma çaremîn a koçberên Efrînê re dê berdanê komeke nû ya dîlgirtiyan were nirxandin.













