Têkildarî muzakereyên agirbestê yên di navbera DYA û Îranê de daxuyaniyên berevajî hev tên dayîn. Rêveberiya Washingtonê qala pêşketineke sînordar kir, lê Tehranê destnîşan kir ku di daxwazên bingehîn de nakokiyên kûr dewam dikin.
Di muzakereyên agirbestê yên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de pêşketin tune ye. Ligel ku rêveberiya Washingtonê diyar kir ku di hevdîtinan de pêşketineke sînordar pêk hatiye jî, Tehranê eşkere kir ku nakokiyên bingehîn dewam dikin.
Astengiya Tengava Hurmuzê didome
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Marco Rubîo, di civîna NATOyê ya li Swêdê de axivî û anî ziman ku di temasên bi Îranê re de li ser hin sernavan pêşketin çêbûye, lê hê jî pirsgirêkên cidî nehatine çareserkirin. Rubîo destnîşan kir ku bi taybetî ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê û daxwaza xercê ya ji aliyê Îranê ve ji bo derbasbûnan, yek ji astengiyên bingehîn ên li pêşiya hevdîtinan e. Rayedarê DYAyî her wiha bilêv kir ku di egera krîzekê de, planeke navneteweyî ya alternatîf jî tê amadekirin.
Îran: Cudabûnên fikrî didomin
Heman rojê Wezareta Karên Derve ya Îranê Abbas Arakçî jî daxuyanî da û diyar kir ku di hevdîtinên bi DYAyê re de cudabûnên kûr ên nêrînan didomin. Rêveberiya Tehranê tekez kir ku ew ê daxwazên Washingtonê qebûl nekin û divê berjewendiyên ewlekarî û aborî yên Îranê bi temamî bên misogerkirin. Aliyê Îranê her wiha daxwazên xwe yên ji bo rakirina pêkanînan ambargoyan û kêmkirina hebûna leşkerî ya DYAyê ya li herêmê careke din dubare kirin. Her wiha çapemeniya Îranê jî ragihand ku muzakereyên derbarê mafê zenîngikirina ûranyûmê bi biryara Serokê Olî yê Îranê Mucteba Xamaney ve hatine rawestandin û dê vê yekê muzakere nekin.
Trump vebijêrka leşkerî nîqaş dike
Serokê DYAyê Donald Trump jî di civîna ewlekariyê ya li Qesra Spî de dosyeya Îranê girt dest. Li gorî nûçeyên çapemeniya DYAyê, Trump diyar kiriye ku heke di muzakereyan de encam neyê girtin, ew dikare ji nû ve vebijêrka leşkerî binirxîne. Hat ragihandin ku Cîgirê Serok JD Vance, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth û Dîrektorê CIAyê John Ratcliffe jî beşdarî vê civînê bûne.
Hewldanên navbeynkariyê
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku hewldanên navbeynkariyê yên Pakistan û Qeterê dewam dikin. Hat diyarkirin ku Sererkanê Pakistanê Asim Munîr li Tehranê hevdîtin pêk anîne û li ser formûleke nû ya agirbestê ya di navbera aliyan de tê xebitîn. Lê belê daxuyaniyên ku hem ji Washingtonê hem jî ji Tehranê hatin dayîn, nîşan didin ku her du alî hê jî ji lihevkirineke berfireh dûr in.













