Tora Koordînasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên Amedê têkildarî bengîtiya madeyê li Çand Amedê civînek li dar xist. Tora Kaordînasyona Şaredariyan da zanîn ku dê li hemû navçeyan Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiyê ya Bengîtiya Madeyan vekin û armanc dikin têkoşîna li dijî bengîtiyê li seranserî bajêr belav bikin.
Tora Koordînasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên Amedê di çarçoveya xebatên li dijî bikaranîna madeyê hişbirê de ava kirine derbarê xebatên xwe, plansaziya ji bo serdema nû û nexşerêya xebatên xwe de li Çand Amedê ya navçeya Bajarê Nû civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn û hevşaredarên navçeyên Amedê amade bûn. Di civînê de ku pankarta ‘Li dijî bengîtiyê (tîryak) em hişyariyê û têkoşînê mezin dikin’ hate vekirin, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak daxuyanî xwend.
Li Sumerparkê Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiyê ya Bengîtiya Madeyan
Serra Bûcak di axaftina xwe de diyar kir ku armanca wan ew e ku têkoşîna li dijî madeyên hişbirê seranserî bajêr belav bikin û wiha axivî: “Wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya têkoşîna li dijî bengîtiya madeyê li aliyekî em xizmetên xwe yên şêwirmendî û perwerdehiyê didomînin, li aliyê din jî ji bo avakirina navendeke berfireh a dermankirin û rehabîlîtasyonê ya li bajêr dest bi amadekariyan kir. Her wiha ji bilî avakirina toreke hevahengiyê ya hevpar a ligel şaredariyên navçeyan, bi biryarên meclîsa hemû şaredariyên navçeyên me, biryara vekirina navendên şêwirmendiyê hat girtin û bi vî rengî em armanc dikin ku vê têkoşînê li seranserê bajêr belav bikin. Ji roja ku em hatine ser wezîfeyê ve, me têkoşîna li dijî bengîtiya madeyan ku yek ji girîngtirîn pirsgirêkên civakî yên bajêr e, wekî yek ji qadên xwe yên sereke yên xebatê girtiye dest. Bi zanebûna ku bengîtiya madeyan ne tenê pirsgirêkeke tenduristiyê ya kesane ye, ev pirsgirêka piralî ku her roj bêtir malbat, ciwan û zarokan dixe bin bandora xwe; em bi nêzîkatiyeke giştî ya ku mafên mirovan, tenduristiya gel û piştgiriya civakî esas digire, destwerdanê tê de dikin. Di vê çarçoveyê de, di Çileya 2025an de li Kompleksa me ya Sumerparkê Navenda me ya Şêwirmendî û Perwerdehiyê ya Bengîtiya Madeyan hat vekirin û em xizmetên mîna terapî, şêwirmendiya psîkolojîk û piştgiriya psîkososyal pêşkêşî wan welatiyên xwe yên ku li dijî tîryakê têdikoşin, dikin.”
‘Me piştgiriya 140 welatiyan kir’
Di berdewamiya axaftina xwe de Serra Bûcak diyar kir ku heya niha di çarçoveya xebatên xwe de xwe gihandine 140 welatiyan û wiha pêde çû: “Navenda me ji roja vebûye ve heta niha xizmeta terapî û şêwirmendiya kesane daye 140 welatiyan. Piştgiriya ku ji serîlêderan re hat pêşkêşkirin ne tenê di hundirê navendê de ma; di pêvajoyên nexweşxane û dermankirinê yên ku hewce dikirin de jî hevaltî ji wan re hat kirin. Bi têgihiştina ku têkoşîna li dijî tîryakê tenê bi piştgiriya berdewam û hevkariya civakî gengaz e, me di xebatên xwe de pêşî mîsyon û çalakiyên parastin û pêşîgirtinê girtin dest.”
‘Hezar û 700 kes hatin perwerdekirin’
Serra Bûcak da zanîn ku ji bo malbatan perwerde hatine dayîn, ji bo zarokan jî atolye hatine li darxistin û wiha bi lêv kir: “Di çarçoveya xebatan de ku ji aliyê navenda me ve tên birêvebirin, ji bo hezar û 700 dê û bav û mezinan perwerdeyên hişmendiya tîryakê hatin dayîn. Bi mebesta malbat rîskên tîryakê zû ferq bikin, bi zarokên xwe re têkiliyeke saxlem deynin û helwestên parastinê pêş bixin, bernameyên berfireh hatin lidarxistin. Ji aliyê din ve, ji bo ku zarok û ciwan ji rîska tîryakê dûr bisekinin, di çarçoveya xebatên berdewam de me 2 hezar û 520 zarok li Atolyeyên Parka Jiyanê gihandin hev. Em armanc dikin ku xebatên gihiştina zarokan a qadên civakî yên ewledar zêde bikin, şiyanmendiyên wan ên jiyanê xurt bikin û piştgiriya parastina wan a ji rîskan berfirehtir bikin.”
Amadekariya avakirina navendeke dermankirin û rehabîlîtasyonê
Serra Bûcak destnîşan kir ku li gorî pêwîstiyên gel xebatên wan didomin û diyar kir ku ji bo avakirina navendeke dermankirin û rehabilîtasyonê li bajêr dest bi amadekariyan kirine û wiha domand: “Ezmûnên tîmên me yên pispor ku nêzî sal û nîvekê ye li qadê dixebitin û vegerên ku ji serîlêder û malbatan tên, pêwîstiya navendeke bi vî rengî bi awayekî zelal radixe ber çavan. Em dixwazin diyar bikin ku navenda em plan dikin ava bikin, dê ne tenê qadeke dermankirinê be; dê di heman demê de bi têgihîştina ‘gundê rehabîlîtasyonê’ dê bê sêwirandin ku tê de hilberîn, jiyana civakî, piştgiriya psîkolojîk û ji nû ve yekbûna civakî bê misogerkirin. Di vê çarçoveyê de, xebatên têkoşîna li dijî tîryakê dê li hemû navçeyan di nav hevahengiyê de bên birêvebirin û parvekirina agahî û ezmûnan dê bêtir xurt bibe. Bi saya Navendên Şêwirmendî û Perwerdehiyê yên Bengîtiya Madeyan ku di bin sîwana şaredariyên navçeyan de bên vekirin, dê belavbûna xizmetan û gihiştina welatiyan a piştgiriya pêwîst li cihê ku lê ne, bê misogerkirin.”
‘Li navçeyan dê navendên şêwirmendiyê bên vekirin’
Her wiha Serra Bûcak destnîşan kir ku hemû şaredariyên navçeyan biryara vekirina şêwirmendiya li dijî bengîtiyê girtine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di çarçoveya têkoşîna li dijî tîryakê de, hemû şaredariyên navçeyên me bi biryarên meclîsa xwe, biryara avakirina navenda şêwirmendiyê girtine. Têkoşîna li dijî bengîtiya madeyan, xebateke berfireh û hevpar neçar dike. Ji ber vê yekê, ev têkoşîn berpirsiyariya hevpar a malbatan, rêxistinên sivîl, saziyên tenduristî û perwerdehiyê, karsazan, rêveberiyên herêmî, saziyên cemaweriyê û hemû beşên civakê ye. Wekî şaredariyên DEM Partiyê, ji bo siberoja zarok, ciwan û malbatên me, em bi biryardarî berdewam dikin ku xebatên têkoşîna li dijî bengîtiyê mezin bikin, piştgiriya civakî xurt bikin û gavên nû biavêjin.”
Civîna çapemeniyê bi pirs û bersivan bi dawî bû.












