• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Rojavayê Kurdistanê protestoya 15ê Sibatê: Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu

    Li Rojavayê Kurdistanê protestoya 15ê Sibatê: Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu

    ‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

    Rêveber û Dayikên Aştiyê: Li dijî komployê dakevin qadan

    DFG: Em ê xwedî li mîrasa Egîd Roj derkevin

    DFG: Em ê xwedî li mîrasa Egîd Roj derkevin

    Hevseroka DADERê Sabahat Acar: Me yekîtiya Kurdan dît

    Hevseroka DADERê Sabahat Acar: Me yekîtiya Kurdan dît

    Gelê Bismilê: Dem dema azadiya Rêber Ocalan e

    Gelê Bismilê: Dem dema azadiya Rêber Ocalan e

    Rojnameger Ûrmiye: Trump ji Sûriyê xwest ku bi Kurdan re li hev bikin

    Rojnameger Ûrmiye: Trump ji Sûriyê xwest ku bi Kurdan re li hev bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Rojavayê Kurdistanê protestoya 15ê Sibatê: Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu

    Li Rojavayê Kurdistanê protestoya 15ê Sibatê: Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu

    ‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

    Rêveber û Dayikên Aştiyê: Li dijî komployê dakevin qadan

    DFG: Em ê xwedî li mîrasa Egîd Roj derkevin

    DFG: Em ê xwedî li mîrasa Egîd Roj derkevin

    Hevseroka DADERê Sabahat Acar: Me yekîtiya Kurdan dît

    Hevseroka DADERê Sabahat Acar: Me yekîtiya Kurdan dît

    Gelê Bismilê: Dem dema azadiya Rêber Ocalan e

    Gelê Bismilê: Dem dema azadiya Rêber Ocalan e

    Rojnameger Ûrmiye: Trump ji Sûriyê xwest ku bi Kurdan re li hev bikin

    Rojnameger Ûrmiye: Trump ji Sûriyê xwest ku bi Kurdan re li hev bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan kursiya aştiyê danîn

Amed / AW

29 TEBAX 2025 - 19:48
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Tevgera Jinên Azad li Amedê bi şîara “Ji bo civakek azad û demokratîk em jin tên gel hev” kursiya aştiyê danîn û daxwazên xwe yên li ser aştiyê anîn ziman.

1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xê li Amedê bi girseyî were pîrozkirin. TJAyê ya Amedê têkildarî vê rojê dest bi xebatan kiriye. TJAyê li ber Yek Derî ya navçeya Sûrê ya Amedê kom bûn û “Kursiya Aştiyê” danî. Parlamentera Amedê Adalet Kaya, parlamentera Mûşe Sumeyye Boz, aktivîstên TJAyê û gelek jin tev li hevdîtinê bûn. Jinan li derdorê  bi alên TJAyê xemilandin û pankartên “Jin Jiyan Azadî, Bijî 1ê Îlonê”, “Niha dema kombûnê ye”, “Em ji bo avakirina soza aştiya jinan li ba hev in” û “Ji çanda kurdî re azadî” vekirin. Li vir ewilî jinan li ser Sûrê pankarta “Jin Jiyan Azadî” daliqandin û li ber erbaneyan govend gerandin.

Piştî govendê jin yek bi yek derketin li ser kursiyê û li ser aştiyê fikrên xwe anîn ziman.

Jinan diyar kirin ku ji bo jinên hatine qetilkirin soza me avakirina yekitiya jinan e û wiha axivîn: “Şerê Cîhanê yê 2yemîn  di  1ê Îlonê 1939an de dest pê kir û gelek kes hat kuştin. Ew bû roja aştiyê. Jin gelek êş kişandine. Divê aştî bi pêşentiya jinan bê avakirin. Tev li bûna jinan ya aştiyê divê ne sembolîk be. Jin pêşeng bin. Jinên kurd peyama aştiyê ji xwe re esas girtiye.”

‘Şer xirabiye û kuştin e’

Paşê Hulya Alokmen li ser navê TJAyê axivî. Hulya Alokmen diyar kir ku jin aştiyê dixwazin û wiha axivî: “Şer xirabiye û kuştin e. Pergala desthilatdar heta îro jin di malê de fetisandiye. Lê em jin dixwazin jiyanek nû biafirînin. Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna azadiyê bidomînin.”

‘Birêz Abdullah Ocalan rêya aştiyê vekir’

Li ser navê Dayikên aştiyê Afîfe Kartal axivî û hatina wan li vir anî ziman: “ Îro em ji bo aştiyê li vir in. Em naxwazin jin bên kuştin. Birêz Abdullah Ocalan rêya aştiyê vekir. Em ê pişt şopa xwe û xwîna zorkên xwe bin. Aştî xweş e, şer xirabî ye.”

‘Divê birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan’

Paşê Hevseroka OHDê şaxa Amedê Zeynep Karayilan axivî. Zeynep Karayilan diyar kir ku divê mafê hêviyê pêk were û wiha axivî: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe. Birêz Abdullah Ocalan û tevahî girtiyên siyasî bên berdan. Em ê aştiyê mezin bikin.”

‘Divê her kes herderê kurdî biaxivê’

Paşê Mîne Karataş derket ser kursiyê û wiha axivî: “Li meclîsa Tirkiyeyê dema ku dayikên aştiyê xwestin bi kurdî biaxivin hatin astengkirin. Em vê şermezar dikin. Hêj jî dijminatiya li ser zimanê kurdî didome. Duh jî karkerên kurd li Nîgdeyê rastî êrîşan hatin. Divê kurd bi zimanê xwe re azad bijîn. Divê her kes her derî bi kurdî biaxive.”

Dûre parlamentera Amedê Adalet Kaya axivî. Adalet Kaya diyar kir ku ew îsal ji Roja Aştiyê gelek bi hevî ye û wiha axivî: “Em bi salan e têkoşîna aştiyê didin. Em ê bibin avakarên aştiyê. Piştî banga birêz Abdullah Ocalan pêvajo dest pê kir. Bi dehan sal me li ber xwe da û îro deriyê aştiyê vebû. Ji bo aştî  mayînde bibe divê jin jî tev li pêvajoyê bibin. Jin azad nebin civak jî azad nabe.”

Altîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata jî axivî û diyar kir ku bi salan e ew di nava têkoşîne de ne û wiha axivî: “Em hêza xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li girava Îmraliyî yê şev û roj li ber xwe dide distînin. Em hêza xwe dayikên aştiyê dibin. Em hêza xwe keda xwe keda jinan distînin. Jin li her qadê jiyanê ne. Tenê rêyekî heye ew jî rêya aştiyê ye. Em ê pêşî aştiya xwe ava bikin ew ê jî bandor bide tevahiya cîhanê. Jinên ku ji bo aştiyê dakevin qadan em ê her dem werin gel hev. Gavên ku bên avêtin em ê nîqaş bikin û pêşniyar bikin meclîse. Heta ku projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were em ê di nav xebatan de bin.”

Jin bi yek yek derketin ser qursiyê û axaftin kirin û paşê zincîrê aştiyê pêk anîn û çalakî dawî bû.

   

Etîket: AmedJinqursî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Jinan a Îzmirê: Çi hat serê Bahar Taşê?

Platforma Jinan a Îzmirê: Çi hat serê Bahar Taşê?

13 SIBAT 2026
Li Amedê gel pêvajo nîqaş kir: Dê komplo bi yekîtiyê têk biçe

Li Amedê gel pêvajo nîqaş kir: Dê komplo bi yekîtiyê têk biçe

12 SIBAT 2026
DEM Partiyê li Peyasê civîna gel li dar xist

DEM Partiyê li Peyasê civîna gel li dar xist

11 SIBAT 2026
Ciwan dê pêvajoyê li Amedê nîqaş bikin

Ciwan dê pêvajoyê li Amedê nîqaş bikin

11 SIBAT 2026
KCDP: Di meha çileyê de 22 jin hatin kuştin

KCDP: Di meha çileyê de 22 jin hatin kuştin

7 SIBAT 2026
TMMOB: Bûyerên xwezayî yên asayî vediguherînin karesatan

TMMOB: Bûyerên xwezayî yên asayî vediguherînin karesatan

6 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (560)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne