• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

    ‘Seyîd Riza li dijî zilmê tu carî serî netewand’

    ‘Seyîd Riza li dijî zilmê tu carî serî netewand’

    Rewşa xeternek a Huseyîn Aykol didome

    Rewşa xeternek a Huseyîn Aykol didome

    Li Enqereyê panela ‘rojnamegeriya aştiyê’ hat lidarxistin

    Li Enqereyê panela ‘rojnamegeriya aştiyê’ hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

    ‘Seyîd Riza li dijî zilmê tu carî serî netewand’

    ‘Seyîd Riza li dijî zilmê tu carî serî netewand’

    Rewşa xeternek a Huseyîn Aykol didome

    Rewşa xeternek a Huseyîn Aykol didome

    Li Enqereyê panela ‘rojnamegeriya aştiyê’ hat lidarxistin

    Li Enqereyê panela ‘rojnamegeriya aştiyê’ hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Yek ji bingeha Aştî û Civaka Demokratîk jî huner e

Amed / AW

24 ÎLON 2025 - 09:16
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, di 26-30ê Îlonê de Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FilmAmedê pêk tîne. Alîkarê Hevşaredarên Peyasê Yilmaz Guneş destnîşan kir ku yek ji bingeha Aştî û Civaka Demokratîk jî huner e.

Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn dê di 26-30ê Îlonê de bi dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” li Çand Amedê pêk bê. Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn dê bi hev re vê mihrîcanê pêk bînin.

Alîkarê Hevşaredarên Peyasê Yilmaz Guneş di têkildarê festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn de ji ajansa welat re axivî. Yilmaz Guneş bal kişand ser sînemagerî û nasnameya kurdî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em ê di navbera 26 û 30yê Îlonê de Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê pêk bînin. Di vê çarçoveyê de dibê em dîrok, wêje û sînemageriya gelê xwe di her qada jiyanê de ji nûve binivîsînin.
Milletekî ku li ser vê axê bijî bêziman, nasname, dîrok, wêje û sinema nabe.

Serlêdanan ji bo sînemageriya Kurdî serbilindiyek e

Yilmaz Guneş, der barê serlêdanên Festîvala FîlmAmedê de jî axivî û got: “Heya niha ji bo 771 belgefîlman serî li Festîvala BelgeFîlman a FîlmAmedê hatiye dayîn. Ev ji bo gelê kurd şanaziyeke herî mezin e. Heya niha festîvalên Berlînê, Kanadayê pêk hatine li Tirkiyeyê jî festîvalên fîlman çêbune. Lê ewqas serlêdan ji bo festîvalên fîlman nehatine kirin. Bi rastî ev serlêdanan ji bo sînemageriya Kurd serbilindiyek e. 10 mehin em ji bo vê festîvalê dixebitin. Di van serlêdanan de di serî de ji çar parçeyê Kurdistanê û ji welatên wekî Amerika, Belçika, Almanya, Kanada, Fransayê 75 derhêner û kesên ji sînemayê hez dikin rol û ristek mezin pêk anîn.”

Bingeha Civaka demokratîk û aşitiyê yek jî jê hûnere

Yilmaz Guneş da zanîn ku gelê Kurd li bajarê Tirkiyeyê dema dawetên xwe dikin, bi zimanê xwe diaxivin rastî êrişan tên û wiha axivî: “Ev mijar ji bo me pirsgirêkên girîng in. Em niha di pêvajoya Aştî û Civaka Demoktatîk de derbas dibin. Heger aştiyek bê divê li her qadê jiyanê, di warê sînemagerî, huner, çand û ziman de jî aştiyek pêk bê. Yek ji bingeha Aştî û Civaka Demokratîk jî huner e. Cewherê mihrîcana îsal jî Aştî û Civaka Demokratîk e.”

Xelata me ya îsal li ser edalet û hiquqêye

Yilmaz Guneş di axaftina xwe de li ser xelatên festîvalê da zanîn ku: “Xelata me ya îsal li ser edalet û hiquqêye. Di vî warî de siyasetmedarê Kurd birêz Orhan Dogan wek şagirtekî aştiyê bu emê xelata yekemîn diyarê wî bikin. Ev tê wê wateyê festivala kû em li dar bixin xaleke wê heye di aşitiya cîvaka demokratîk de em ê vê rola xwe çawa bînin. Xelata xwe ya duyemîn di tekoşîna gelê Kurd de pêşengtî kiriye di 21 saliya xwe de mafê gelê Kurd aniye ziman ciwana jin ya herî tekoşer Leyla Qasim xelata azadiyê emê diyarê wê bikin. Xelata me ya sêyemîn em diyarê xwezayê dikin. Li ser axa Kurdistanê dagirkerî heye, wêranî heye, em dixwazin bi vê xelatê bala civakê bi rêya sînemageriyê bikşînin li ser xwezayê û vê xelatê jî diyarê Baxçeyên Hevselê bikin. Xelata me ya çaremin jî em diyarê Kemal Kurkut ê ku di newroza Amedê de hatiye kuştin dikin.”

Emê li ser sînemageriya Kurdî danûstandinê bikin

Alîkarê Hevşaredarên Peyasê Yilmaz Guneş di dawiyê de li ser bernameya festîvalê axaftina xwe wiha domand: “Ji Amerikayê bigirin heya Arjantînê ji her çar aliyên Kurdistanê curbecur ji welatên Ewropayê derhêner, sînemager, zanist wê werin Amedê. Em ê li ser sînemageriya Kurdî danûstandinê bikin. Ya herî girîng em ê bi fîlma Jinwar dest pê bikin. Di nav 771 belgefîlman de me 24 belgefîlm hilbijartin û em ê van belgefîlman bi gelê xwe re li eywana Çand Amedê parve bikin.”

Etîket: FestîvalFilm AmedŞaredariya Peyasê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ji bo jinan derfeta werzîşê

Ji bo jinan derfeta werzîşê

7 MIJDAR 2025
Koma Amed xwe ji bo hejandina bajarê Amedê hazir dike

Koma Amed xwe ji bo hejandina bajarê Amedê hazir dike

21 COTMEH 2025
Jinên li gundan derheqê nexweşiya penceşêrê de tên agahdarkirin

Jinên li gundan derheqê nexweşiya penceşêrê de tên agahdarkirin

17 COTMEH 2025
Banga konserê: Koma Amed bîra hunera Kurdî ye

Banga konserê: Koma Amed bîra hunera Kurdî ye

10 COTMEH 2025
Festîvala FîlmAmedê bi dawî bû: Peywîra sînemayê vegotina heqîqetê ye

Festîvala FîlmAmedê bi dawî bû: Peywîra sînemayê vegotina heqîqetê ye

30 ÎLON 2025
Roja sêyemîn a Festîvala FîlmAmedê bi nîşandana ‘Bîra Sûrê’ bi dawî bû 

Roja sêyemîn a Festîvala FîlmAmedê bi nîşandana ‘Bîra Sûrê’ bi dawî bû 

28 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (234)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne