Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn bi nîşandana belgefîlmê “Li Ber Siya Spîndarê” û merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Dîlan Toftîk a li ser navê Komîteya Amadekar axivî, destnîşan kir ku sînemaya belgefîlman bi tenê cureyeke sînemayê nîn e, bîra gelan e û got: “Peywira sînemayê, vegotina heqîqetê ye. Peywira heqîqetê jî, afirandina azadiyê ye.”
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” hate lidarxistin. Festîval îsal bi hevkariya Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û organîzeya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn pêk hat. Festîvala ku îro pênc roj in didome bi nîşandana belgefîlmê “Li Ber Siya Spîndarê” û merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Hevşaredar, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî, derhêner, dayika Kemal Kûrkût, Secan Kûrkût û gelek kes tev li bernameya xelatdayînê bûn.
Festîvalê îro li Çand Amedê bi panela bi navê “Şîn, Bîr, Têkoşîn: Di Sînemaya Belgefîlman de şahidî û edalet” ku Eren Keskîn, Veysî Altay û Berke Baş axivêr bûn dest pê kir.
Di nava rojê de li eywanên sînemayê yên Çand Amedê belgefîlmên “Li Dengê Azadiyê Da” , “Xana Nû”, “Firîngî Îsot Depresyon” û “Kerboran” hatin nîşandan. Li eywana sînemayê ya Bezgîn Bekîr belgefîlmên “Aşkere Veşarî: Antolojiyeke (Xwe) Sansurê” û Habîbûllah hatin nîşandan. Li eywana Şanoya Bajêr a Amedê jî belgefîlmên “Meşa Îrisê”, YÎBO û “Xewna Rojînê” hatin nîşandan. Li eywana Navenda Ciwanan a Rezanê jî fîlmên “Fîlmeke Fedaî” û “Sirgûn qet naqede” hatin nîşandan.
Fîlmê “Li Ber Siya Spîndarê”
Festîval bi nîşandana fîlmê “Li Ber Siya Spîndarê” ku derhêneriya wî Kenan Dîler dike bi dawî bû. Gelek kes tev li nîşandana belgefîlmî bûn. Piştî nîşandana fîlmî derhêner Kenan Dîler bi awayekî kurt axivî. Kenan Dîler qala naveroka fîlmê xwe kir û destnîşan kir ku îro ji bo wî rojeke pir taybet e. Kenan behsa danasîna xwe û Mîkaîl kir û da zanîn ku kişandina fîlm çar salan berdewam kir.
Dû re beşdaran ji derhêner Kenan Dîler çend pirs pirsîn û derhêner Kenan Dîler pirs bersivandin.
‘FîlmAmed navê zindîhiştina bîrê û ragihandina heqîqetê ye’
Di bernameya xelatan de ewilî dîmena ku ji bernameya pênc rojan pêk dihat hate pêşkeşkirin. Dû re li ser navê Komîteya Amadekar a Festîvalê Dîlan Toftîk axivî. Dîlan Toftîkê diyar kir ku festîval bi tenê çalakiyeke ku salon tijî kirin nebû, di heman demê de bû çalakiyeke heqîqetê, civakeke azadiyê û hevgirtina gelan û wiha got: “FîlmAmedê careke din nîşanî me da ku; sînemaya belgefîlman ji bo me bi tenê cureyeke sînemayê nîn e. Sinemaya belgefilman; bîra gelan, qîrîna yên ku tên xwestin dengê wan bê birîn û rûyê kesên ku tê xwestin ji ber çavan bên dûrxistin e. FîlmAmed, navê zindîhiştina vê bîrê û ji bo dahatûyê ragihandina heqîqetê ye.”
‘Avakirina civaka demokratîk nikaret ji çand û hunerê cudatir bê fikirîn’
Dîlan Toftîk bal kişand ser rewşa nivîskar Îsmaîl Beşîkçî û jê re şifa xwest. Dîlan Toftîkê destnîşan kir ku vê festîvalê careke din çespand ku: avakirina civaka demokratîk, pêvajoya aştiyê û rêwîtiya azadiyê nikarin ji çand û hunerê cuda bên fikirîn û wiha domand: “Çand û hunera Kurdan hema şahida vê pêvajoyê ye û hem jî ragihînera wê ye. Dengê gelekî, bi hunerê dertê. Bîra gelekî, bi hunerê tê parastin. Dahatûya gelekî, bi hunerê ronî dibe. Ji ber vê yekê, dema ku em aştiyê û civaka demokratîk diparêzin, em neçar in ku hunerê geş bikin û zimanê azadiyê xurt bikin.”
‘Ger hûn nebûna dê ev festîval tenê bibûya bernameyek’
Dîlan Toftîkê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her fîlmê ku îsal hat nîşandan bi tenê rabirdû neanî bîra me; ji bo dahatûyê jî rêyek nîşan da. Xeyalên jinan ên azadiyê, berxwedana ciwanan, kenê zarokan, hevgirtina gelan… Ev hemû li ser perdeya vê festîvalê hatin gel hev, mezin bûn û ji bo me bûn hêvî.
Mêvanên xoşewîst, ger ku hûn nebûna, dê ev festîval bi tenê bibûya bernameyek, bibûya rêzepêşaneyek. Lê bi hebûna we, ev festîval veguherî civakeke heqîqetê, şahiyeke azadiyê. Em li vir, vê gotinê careke din biqîrin: Peywira sînemayê, vegotina heqîqetê ye. Peywira heqîqetê jî, afirandina azadiyê ye. Bi xwe bawer bin bi rêhevalê xwe bawer bin bi gelê xwe bawer bin. Bijî sînemeya azad, bijî civaka azad.”
‘Li vê derê polîtîkayên qirêj têk çûn’
Dû re Hevşaredarên Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar axivîn. Cengîz Dundar diyar kir ku mîhrîcaneke xurt derbas bû û wiha got: “Niha ev mihrîcan bû mihrîcaneke navnetewî. Me niha dît ku di çapemeniya navnetewî de derket û bû festîvaleke navnetewî. Em spasiyên xwe pêşkeşî gelê xwe dikin. Êşa gelê Kurd girîng e. Me di her belgefîlmê de xwe dît, axa xwe dît. Dixwazin em her tiştî ji bîr bikin. Lê gelê Kurd got ku em tu car axa xwe ji bîr nakin. Me hafizaya xwe ji bîr nekiriye. Ji ber vê polîtîkayên qirêj li vir têk çûn. Em neçar in vê mezin bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Me êşa Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol, Narîn, Rojîn, Apê Mûsa, Orhan Dogan, têkoşîn û berxwedana jinan dît. Li ser navê Leyla Qasim me hemû hevalên xwe dîtin. Me heval Berîtan, Ayşe Gokkan, Nagîhan Akarsel dît. Me got em rêhevalên xwe û şehîdên xwe ji bîr nakin. Me Şêx Ûbeydullah, Şêx Seîd, Seyît Riza, Koçgirî, Zîlan û Dêrsim dît. Atakan Mahîr hate bîra me. Ev têkoşîn didome. Em ê têkoşînê bidomînin.”
‘Rêwîtiya heqîqetê xebateke girîng e’
Bêrîvan Sîncar jî diyar kir ku pêvajoya ji Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê dest pê kir niha berfirehtir bûye û wiha got: “Xebatkaran xebateke gelek baş deynîn holê. Em bi serbilindiyekî tev li bûn. Ji ber eleqeyeke zêde hebû. Di her fîlmê ku me temaşekir de em bûn şahid û ew tiştên di nava fîlmî de me hîs kir. Ji bo rêwîtiya heqîqetê xebateke girîng e. Em pirsgirêka gel weke pirsgirêka xwe dibînin. Em ê ji pêvajoya ji niha şunde bêtir bixebitin û bernameyên bi vî şiklî bidomînin.”
Xelata Taybet a Juriyê dan belgefîlma “Aşkere Veşarî: Antolojiyeke (Xwe) Sansurê”
Pişt re Xelata Taybet a Juriyê hate dayîn. Jurî Ayşe Polat, Nazmî Karaman û Ekrem Heydo derketin ser dikê. Ayşe Polat a li ser navê juriyê axivî, spasiyên xwe pêşkeşî sazî û dezgehên di belgefîlmê de keda wan derbas bû û derhêneran kirin. Xelata Jurî ya Taybet dan belgefîlmê “Aşkere Veşarî: Antolojiyeke (Xwe) Sansurê” ku derhêneriya wî Firat Yucel, Erhan Ors, Hakan Bozyûrt, Can Memîş, Sîbîl Çekmen, Nadîr Sonmez, Serra Akcan, Belît Sag dikin. Li ser navê 8 derhêneran Erhan Ors xelat girt.
Xelata Orhan Dogan dan belgefîlma “Kerboran”
Dû re lawê siyasetmedar Orhan Dogan, Yûsûf Emre Dogan, Xelata Dad û Heqîqetê ya Orhan Dogan da belgefîlma “Kerboran” ku derhêneriya wê Berke Baş dike.
Xelata Azadiyê ya Leyla Qasim an belgefîlma “Li Dengê Azadiyê Da”
Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar Xelata Azadiyê ya Leyla Qasim dan belgefîlma Li Dengê Azadiyê Da ku derhêneriya wê Zeynep Entezar dike da. Li ser navê Zeynep Entezarê hevala wê Beyan Bahmanî xelat wergirt.
Xelata Baxçeyên Hevselê ya Ekolojiyê dan belgefîlma “Habibûllah”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcakê jî Xelata Baxçeyên Hevselê ya Ekolojiyê da Habîbûllah ku derhêneriya wî Adnan Zandi.
Xelata Gel a Kemal Kûrkût dan rojnameger Abdûrrahman Gok
Ji bo ku piştî nîşandana belgefîlma “Îsmaîlê me” nivîskar Îsmaîl Beşîkçî aciz bû û ew rakirin nexweşxaneyê beşdaran nekarî deng bide fîlmî. Ji ber vê yekê juriyê biryar da ku xelatî bidin rojnameger Abdûrrahman Gok ê kuştina Kemal Kûrkût bi wêneyên xwe ji raya giştî re ragihand.
Dayika Kemal Kûrkût Secan Kûrkût Xelata Gel a Kemal Kûrkût da Abdûrrahman Gok. Dema dayîka Secan çû ser dikê beşdar hemû rabûn ser piyan, li çepikan dan û dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Dayika Secan a li vir axaftineke kurt kir, xwest ku kujerên lawê wê bên cezakirin û êdî ciwan nemirin.
‘Em ê tim bi koka xwe û bîra xwe bijîn’
Rojnameger Abdurrahman Gok jî diyar kir ku rojnameger hafizayekê ava dikin û wiha got: “Rojnameger ji bo ku vê hafizayê ava dikin tên kuştin. Heval Nagîhan, Ezîz, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Egîd Roj… Rêhevalên me ji bo heqîqetê hatin qetilkirin. Bîra me çiqas kûr bibe dê bi wan kokan bigihe hev. Em ê weke ragihandina azad tim bi koka xwe û bîra xwe bijîn.”
Xelatê Taybet ê Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn dan Îsmaîl Beşîkçî
Serokê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Sîpan Dagdevîren Xelata Taybet a Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn a Têkoşîn û Hevgirtinê da nivîskar Îsmaîl Beşîkçî.
Xelatên Fona Fîlman a FîlmAmedê dan 3 projeyan
Derhêner Metîn Ewr û Ayşe Çetînbaş Xelata Fona Fîlman a FîlmAmedê ya hilberînê dan projeya Dîlan Engînê ya bi navê “ Dengê pûş ê di hundirên min de (İçimde Kurumuş Ot Sesi)”
Cîgirê Hevşaredarên Peyasê Yilmaz Guneş Xelata Fona Fîlman a Amedê ya post produksiyonê da projeya Ahmet Pertek a bi navê “Ben û Sen”.
Hevşaredara Bajarê Nû ya Amedê Safiye Akdag Xelata Fona Fîlman a Amedê ya piştgiriya alavên teknîkî da projeya Fatma Çelîk a bi navê “Gundem”.
Herî dawî Kordînatorê Çandê yê Şaredariya Peyasê Omer Fîdan jî herî dawî plaket dan endamên juriyê û bername bi wênekişandina bikomî bi dawî bû.