Rêxistina DBPê ya Navçeya Şemzînanê 1emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û rêveberiya nû hilbijart.
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 1emîn Kongreya xwe ya Asayî li terasa navenda kar a Nawşarê pêk anî. Di kongreyê de pankarta “Em Ji Warê Têkoşînê Ber Bi Civaka Demokratîk Ve Em Hemû Gelê Xwe Vedxwînin Kongreya Xwe Ya Navçeya Şemzînanê” hat daliqandin. Parlamentera DEM Partiyê ya ColemêrgêOznûr Bartin, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên rexêstinên DEM Partî û DBPê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên saziyên sivîl, Rûsipiyên Şemzînanê û gelek welatî tev li kongreyê bûn.

Kongreyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Dû re hilbijartina dîwanê pêk hat û madeyên rojevê hatin xwendin.
Hevserokê DBPa Şemzînanê Yûnûs Ozkoyûncû bixêrhatina beşdaran kir û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “ Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, aştî pêk were em ê bêtir bixebitin û rêxistinbêna xwe xurt bikin.”
Pişt re parlmenter Oznûr Bartinê jî axaftinek kurt kir û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê.
Paşê rêveberiya nû ya DBPa Şemzînanê hat hilbijartin. Sûzan Dogdan û Senar Dûyan weke hevserokên nû hatin hilbijartin.














