YRJê êrişa hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî hejmarek rojnamegerên xort û keç li bajarokê Çelebiyê yê Kobanê bi tundî şermezar kir.
Yekîtiya Ragihadina Jin (YRJ) pêkanînên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî rojnamegerên ku nehiştin xwepêşandanên gel bişopînin bi tundî şermezar kir.
YRJê di daxuyaniyê da zanîn ku xwepêşandanên gel li dijî tayînkirina şaredarekî nû mafekî rewa ye û ji mafê gel e karûbarên xwe bi xwe bi rê ve bibin û nûnertiya xwe hilbijêrin.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew bûyerên îro çêbûne bi fikar dişopîne û da zanîn ku êriş ne tenê li dijî xwepêşandanan hat kirin, heta li dijî rojnamegerên ku bûyer dişopandin jî hat kirin da ku rastiyê ji raya giştî re were nixumandin.
YRJê anî ziman ku êrişa li dijî rojnamegerên jin bi taybet hewldana têkbirina rola jinê di veguhastina rastiyê de ye û binpêkirina azadiya rojnamegeriyê ye.
Di daxuyaniyê de bang li Rêxistinên hiqûqî û navneteweyî yên eleqedar hat kirin ku destwerdanê bikin binpêkirinên li dijî xebatkarên rojnamegeriyê rawestînin.
Di dawiyê de YRJê piştgiriya xwe bi hemû rojnamevanên ku rastî êrişê hatin re nîşand û soza xwe ya ji bo berdewama xebata rojnamegeriyê, ragihandina rastiyê û piştgiriya daxwazên civakê ji bo azadî û xwerêveberiyê nû kir.













