Li hemberî cezayê darvekirinê yê rejîma Îranê li girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî biriye, bertekên li qada navneteweyî zêde dibin. Rêxistinên Mafên Mirovan ji bo rawestandina înfazê bang kirin.
Çalakvana sivîl û girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ye. Birîna vî cezayî careke din binpêkirinên mafên mirovan û bikaranîna cezayê darvekirinê yê li dijî muxalîf û rexnegirên siyasî yên li Îranê xist rojevê. Pexşan Ezîzî ji sala 2023yan û vir ve di girtîgehê de ye û li gorî raporan ew bi mehan e di hucreyên yekkesî de tê ragirtin. Her wiha ew rastî wan şert û mercan tê ku rêxistinên mafên mirovan her tim wekî zexteke psîkolojîk û ‘îşkenceya spî’ pênase dikin.
Mafê parastinê hate xespkirin
Li gorî agahiyan, Pexşan Ezîzî di pêvajoya darizandinê de rastî astengiyên cidî yên xwegihandina parêzeran hatiye û mafê wê yê parastinê yê bingehîn hatiye xespkirin. Cezayê darvekirinê di atmosfereke zexta ewlekariyê de û dûrî pîvanên gerdûnî yên darizandina adilane hatiye birîn. Çalakvanên mafên mirovan diyar dikin ku ev yek nîşan dide ku daraza Komara Îslamî ya Îranê, ji bo bêdengkirina xwepêşanderan dozên ‘ewlekariyê’ û sûcdariyên bêbingeh wekî çekekê bi kar tîne. Çalakvanan destnîşan kirin ku nêzîkatiyên bi vî rengî yên li hemberî girtiyên siyasî, êdî veguherîne polîtîkayeke sîstematîk.
‘Serhildêrî’ amûra tirsandinê ye
Sûcdariya ‘kiryarên li dijî dewletê’ ku li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, di salên dawî de li dijî çalakvanên siyasî yên Kurd, xwepêşander û girtiyan gelek caran hatiye bikaranîn. Ev sûcdariya ‘nezelal’ derfetê dide rayedarên ewlekariyê û darazê ku hemû çalakiyên sivîl û siyasî wekî ‘kiryarên li dijî dewletê’ şîrove bikin.
Parêzer û rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî hişyariyê didin ku bikaranîna berfireh a van sûcdariyan ne ji bo edaletê ye; ew amûrek e ji bo afirandina tirsê, tepeserkirina civakê û pêşîgirtina li çalakiyên sivîl. Li gorî wan, cezayên darvekirinê yên di dozên siyasî de xwedî fonksiyoneke ewlekarî û siyasî ne, ne ya hiqûqî ne.
Dixwazin daxwazên civakî bitepisînin
Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber zêdebûna zext û zordariya li dijî çalakvanên sivîl û siyasî, doza Pexşan Ezîzî bûye yek ji mijarên sereke yên rojevê. Pêla girtinên girseyî, cezayên giran û darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd, her tim ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî ve tên şermezarkirin. Çalakvanên sivîl di wê baweriyê de ne ku rejîma Îranê bi kûrkirina polîtîkayên ewlekariyê yên li Rojhilatê Kurdistanê, hewl dide her cure çalakiyên protestoyî û daxwazên civakî bitepisîne. Lê ew hişyariyê didin ku ev polîtîka wê tenê bibe sedema kûrkirina hêrs û bêbaweriya di nava civakê de.
‘Bêdengî darvekirinan zêde dike’
Di vê çarçoveyê de Komîteya Azadkirina Girtiyên Siyasî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn bi tundî şermezar kir û ev biryar wekî “mînakeke eşkera ya binpêkirina mafên mirovan û berdewamiya siyaseta tirsandinê ya li Îranê” nirxand. Komîteyê destnîşan kir ku bikaranîna cezayê darvekirinê yê li dijî çalakvanên siyasî, hewldaneke ji bo bêdengkirina dengê azadiyê û afirandina tirsê ye.
‘Bêdengî derî li zextan vedike’
Her wiha komîteyê bang li rêxistinên mafên mirovan, medya, saziyên navneteweyî û raya giştî kir ku demildest ji bo rawestandina darvekirina Pexşan Ezîzî û betalkirina cezayên darvekirinê yên li Îranê bikevin nava liv û tevgerê. Di demekê de ku jiyana girtiyeke siyasî di bin metirsiyeke mezin de ye, çalakvanên mafên mirovan hişyariyê didin ku bêdengiya civaka navneteweyî dikare rê li ber dubarekirina van cezayan û girankirina zextan veke.













