Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çagrici û hate xwestin ku demildest bê berdan.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 611emîn de li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin” hate rakirin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” hatin berzkirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de li rewşa girtiyê nexweş Mehmet Çagrici hate pirsîn. Daxuyanî ji aliyê rêveberê ÎHDê Bariş Barişik ve hate xwendin.
Bariş Barişik anî ziman ku girtiyê nexweş Mehmet Çagrici tevî ku nexweşiyên giran lê peyda bûne jî nayê berdan û wiha got: “Mehmet Çagrici li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Espiyê ya Giresunê tê ragirtin û girtiyek nexweş e û rewşa wî jî giran e. Nexweşiyên wî yên weke hipertansîyon, dil, fitiqa piştê û hemoroyîdê lê peyda bûne. Divê nexweşiyên wî li nexweşxaneyê bi rêk û pêk û di bin çavdêriya bijîşkên pîspor de bê şopandin. Di 27ê Nîsana 2026an de tansiyona wî zêde bûye û wî nebirine nexweşxaneyê û lêgerîna nava dev lê ferz kirin e. Ji ber nexweşiya xwe ya fitiqa piştê divê doşeka ortopedîk bi kar bîne lê di girtîgehê de ev derfet jê hatinê girtin û rakirine mexzenê. Daxwazên me zelal in, divê Mehmet Çagrici teqez bê berdan. Nexweşekî ku rewşa wî giran û her ku diçe dijwartir dibe. Li girtîgehê ne pêkan e ku were tedawîkirin. Muameleya li dijî rûmeta mirovî rewşa wî xirabtir dike. Em bang li hemû saziyên peywendîdar dikin ku mafê tenduristiyê wî mîsoger bikin û dawî li lêgerîna nava dev bê anîn. Çareseriya herî rast ew e ku Mehmet Çagrici demildest bê bardan.”













