Di çarçoveya bernameya îro ya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de Kargeha Boyaxkirina Çanteyan hat lidarxistin. Dê şev jî şano û konser pêk bên.
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku bi dirûşma “Em rêya aştiyê bi hunera azad re dihonin” tê lidarxistin, di roja 6an de didome. Di çarçveya bernameya îro de li cihê standan ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve Kargeha Boyaxkirina Çanteyan hat lidarxistin. Jin û zarokên ku tev li kargehê bûn, bi arastekirina mamosteyan re çante li gorî xwe boyax kirin û mamosteyan jî ev çante diyariyê beşdarvanan kirin. Li gel beşdarvanan gelek welatiyan jî li derdorê kargeh temaşe kirin.
Wê di çarçoveya bernameya îro de di saet 20.00an de lîstika şanoyê ya Şanoya Arsen Poladov, di saet 21.30an de jî konsera hunermendên herêmî bê lidarxistin.